Arşîv

Dê berxwedan li dijî dagirkerî û êrîşan bi ser bikeve

HELEB – Jinên ku tevlî civînên Kongreya Star ên di çarçoveya rêzeçalakiyan pêk hatin de, bûn gotin: “Tirkiye dijbertiya azadî, wekhevî û yekîtiya gelan dike, loma li ku demokrasî û wekhevî hebe êrîş dike. Li bermberî wê jî berxwedana gel a azadîyê mezin dibe.”

Di çarçoveya Hemleya Tevgera Kongreya Star a bi dirûşmeya “Ax û rûmeta xwe biparêze, DAIŞ û dagirkeriyê têk bibe” hat destpêkirin, civîn li taxên cuda yên Helebê dewam dike. Civîn di derbarê rewşa heyî, her wiha rêxistinkirin û amadekariyên gel ên li hember gef û êrîşên dewleta Tirk ên li ser xaka Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de tên lidarxistin. Jinên beşdarî civînên li taxa Şêx Meqsûd û li Taxa Rojhelat ya Bajarê Helbê bûn, nerînên xwe parve kirin.

‘Li hemû qadan em ê rola xwe bilîzin’

Mewlode Silêman hemleya Kongreya Star wekî gavek erênî bi nav kir û diyar kir ku rêxstin kirina jinan parstina ax û rûmetê ye û wiha dom kir: “Rêzeçalakiyên Kongreya Star ên derbarê rewşa heyî, gavek bi nirx û bi hêz e. Hişiyarkirin û rêxstinkirina gel û bi taybet jin dê vê xakê biparêze û li dijî êrîşan bisekinin. Planên dewleta Tirk û dijminên Netewa Demokratîk pêk nayê, berxwedan û têkoşîna gel di asta herî bilind de ew ê bidome. Li hemû qadan em ê rola xwe bilîzin, tevahî netewên li herêmê bi yek rihê rêya azadiyê dê bibomînin.”

‘Gelê Kurd li dijî êrîşan ew ê her têbikoşe’

Her wiha jina bi navê Nûjîn Mihemed êrîşên dewleta tirk ên li ser Şaredariyên Bakurê Kurdistanê bi tund şermezar kir û got: “Dewleta tirk naxwaze aramî li herêmê pêk were. Li ser axa me îradeya her netewekî heye, gel bi hêza xwe ya cewherî tev digere. Tirkiye jî li dijî pergala wekhevî û yektîya gelan e, loma her êrîşî gelê kurd û azadîxwaz dike. Gelê Kurd li dijî êrîşan ew ê her têbikoşe.”

‘Bi berxwedana jinan jî em ê axa xwe heta dawiyê biparêzin’

Nûjînê wiha dawî li axaftina xwe anî: “Hemliya Tevegera kongreya Star bi hêz û îradeya jinan li her qadê dê bidome. Bersiva me li hemberî dagirkerî û êrîşan her dem berxwedan e. Bi berxwedana jinan jî em ê axa xwe heta dawiyê biparêzin.”

Back to top button