Arşîv

Malbatên Şehîdan li Şêx Meqsûdê êrîş şermezar kirin

HELEB – Malbatên Şehîdan li taxa Şêx Meqsûdê bi armanca şermezarkirina êrîşên dewleta tirk ên li ser Bakur û Rojhelatê Sûriyeyê, meşiyan.

Di çarçoveya hemleya Tevgera Kongreya Star a bi dirûşma “Ax û rûmeta xwe bipareze, DAIŞ û dagirkeriyê têk bibe” dest pê kiribû, Malbatên Şehîdan li Taxa Şêx Meqsûdê ya bajarê Helebê bi meşek girseyî êrîş û gefên dewleta tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û êrîşên li ser Şaredariyên Bakurê Kurdistanê şermezar kirin. Bi tevlîbûna bi sedan Malbatên Şehîdan meş hat lidarxistin.

Di meşê de wêneyên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û pakrewanên Azadiyê, alên Kongreya Star û Malbatên Şehîdan hat hilgirtin. Her wiha pankartên bi nivîsên “Welat welatê me ye , na ji dagirkeriya Osmanî re”, hat hilgirtin.

Piştî deqeyek rêzgirtin ji bo pakrewanên azadiyê meşê dest pê kir. Meş ji pêşiya jêrzemîna Yasîn a taxa xerbî dest pê kir û li taxa Rojhelat rawestiya. Malbatên Şehîdan daxuyanî dan. Daxuyanî ji aliyê Rêveberiya Sazaiya Malbatên Şehîdan Kurdistan Elîko ve hat xwendin.

Daxuyanî wiha ye :

“Em weke saziya Malbatên Şehîdan a bajarê Helebê êrîşa dewleta Tirk a dagirker a di derheqê gelê me yê Bakurê Kurdistanê de, em şermezar dikin. Divê dewletên navneteweyî helwestên xwe bidin nîşan dan, ji ber her ku her diçe hovîtiya xwe li ser gelê sivîl zêdetir dike.
Destdanîna faşîzmê a li ser şeradadriya ji ber tirsa têkçûyina AKP ye. Lê gelê me yê li Bakurê Kurdistan ewqas sal di bin dagirkeriyê de li ber xwe didin, lê êdî gelê me li Bakur rabûne li ser piyan e ev neheqiyên ku AKP’ê li ser gel dike em qebûl nakin. Em her li ber xwe didin bi hemû hêza xwe. Gelê me serî natewîne. Ew ê dagirkeriyê têk bibe. Em wek Malbatên Şehîdan her em ê li pişta gelê xwe yê li Bakurê Kurdistanê bin, xeta berxwedan bi ser bikeve.”

Meş bi dirûşmên”Bijî Serok Apo”, “Bijî berxwedana Bakurê Kurdistanê”, bi dawî bû .

Back to top button