Arşîv

Komîteya Perwerdê û Jinên Ciwan meşa xwe bi dawî kirin

HESEKÊ – Yekîtiya Jinên Ciwan û Komîteya Perwerdê ya Kongreya Star ku di saetên sibehê de dest bi meşa girseyî kirin, gihiştin konê mertalê zindî û daxuyanî dan.

Îro Yekîtiya Jinên Ciwan û Komîteya Perwerdê ya Kongreya Star li hember gefên dewleta tirk ên li dijî Herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, li ser rewşa Kantona Hesekê Navçeya Til Temir, Dirbêsiyê, Zirgan, Serêkaniyê û bajarê Hesekê li gundê Elok ê girîdayî Navçeya Serêkaniyê, dest bi meşê kirin û di saetên piştî nîvro de gihiştin konê mertalên zindî. Paşê ji aliyê Berdevka Komîteya Perwerdê ya Bakurê Sûriyê Rîhan Loqo ve daxuyanî hat xwendin.

Daxuyanî wiha ye: “Tirkiyê bi çavekî guman û tirs li destkeftiyên gelê me yê li Rojava dijîn dinêre û ji belavbûna bayê azadiyê ku li gelê me daye dibe bigihêje bakurê Kurdistanê ditirse. AKP hewl dide kirîza xwe ya hundirîn û pirsgirêkên xwe tevî aliyên siyasî û aborî derxêne derve û bi Partiyên AKP’ê bi taybet bi windakirina hilbijartinan re, dixwaze hemû deverên ku destê wê digihêjiyê, parçe bike.”

Em wekî Komîteya Perwerdê ya Kongreya Star û Yekîtiya Jinên Ciwan teqez dikin ku diyalog riya çareseriyê ya herî ewle ye. Em bang li saziyên mafên mirovan, Netewên Yekbûyî( NY) û yekîtiya Ewropayê dikin ku ji bo çareserî û aramiya Sûriyê, helwesta xwe nîşan bidin. Em wekî gelê herêmê her dem amade ne û tucarî dagirkeriyê qebûl nakin.”

Daxuaynî bi dirûşma “Jin Jiyan Azadî” û “Ji dagirkeriyê re na”bi dawî bû.

Back to top button

Warning: Undefined array key "sessionIdVal" in /home/kongrastar/public_html/wp-content/themes/jannah/footer.php on line 27