Arşîv

Jinên siyasetmedar: Hewcehî bi çareseriyeke aştiyane heye

KOBANÊ – Jinên siyasetmedar ên herêma Firatê bi daxuyaniyek ku dan çapemeniyê li dijî gef û êrîşên dewleta tirk li ser Bakur û Rojhelatê Sûriyeyê nerazîbûna xwe, nîşan dan.

Di çarçoveya hemleya tevgera Kongreya Star a bi dirûşema “Ax û rûmeta xwe biparêze, dagirkerî û DAIŞ têk bibe”,ku li dijî êrîş û gefên dewleta tirk li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di 8’ê tebaxê de da destpêkirin, bi dehan ji jinên partiyên siyasî; Partiya Çep a Kurd li Sûriyê, Partiya Yekîtiya Demokrat a Kurd li Sûriyê (Yekîtî), Partiya Demokrat a Kurd a Sûriye û Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD), li qada jina azad daxuyanîyek dan çapemeniyê.

Daxuyanî ji aliyê Endama rêveberiya meclisa PYD`ê Rohat Mele Xelîl ve hat xwendinin. Daxuyanî wiha ye: “Di demeke ku hemû pêkhateyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di rewşek aram û azad de dijîn, dewleta tirk gefan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê dixê û êrîş dike. Dewletq tirk bi vê helwesta xwe dixwaze ji bo xwe zemîna herêma ewle ava bike û herêmê dagir bike. Armanca van gefan têkbirina aramî, ewlehî û hilweşandina pergala demokratîk a li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye ku êdî bûye modela hevjiyana azad û wekhev.

Em bang li qada navenereweyî dikin

Bangawaziya me ji raya giştî ya cîhanê, Netewyên Yekbûyî, raya giştî ya Sûriyê û hêzên Koalisyona Navneteweyî re heye ku li rex gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bisekinin û li dijî êrîşîn dewleta tirk tedbîran bigrin. Divê ku civaka naveneteweyî hewl bide ku guftogoyên siyasî bi beşdarbûna hemû hêzên civakî û siyasî yên li Sûriyê ji bo avakirina pêşerojeke demokratîk li herêmê, pêş bikevin.

Gefên dewleta tirk bandora neyînî li aramiyê dikin

Gefên dewleta tirk li ser herêmê wê aramî û ewlehiya herêmê xirab bikin. Her wiha wê aloziya Sûriyê tevlIhevtir bike û rê bide ku Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji hemû êrîşan re bên vekirin. Ev gef ne tenê netewekî ango siyasetekê hedef digrin, armanc dagirkirina tevahiya sûriyeyê ye. Di vê qonaxê de li şûna pevçûn û şer hewce ye ku çareseriyek aştiyê û demokratîk were dîtin. Em bang li malbatên xwe û hemû jinên azad ên cîhanê dikin ku bi erka xwe ya exlaqî rabin û li hember gefên Tirkiyê yên li dijî heremên me yên ku bi xwîna şehîdan hatine rizgarkirin rawestin.”

Daxuyanî bi dirûşma “Ji dagirkeriyê re na”, “Jin jiyan azadî”, bi dawî bû.

Back to top button

Warning: Undefined array key "sessionIdVal" in /home/kongrastar/public_html/wp-content/themes/jannah/footer.php on line 27