Arşîv

Mamostayên jin êriş û dorpêça li ser Mexmûrê Şermezar kirin

Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî bi diruşmeya ‘Ji bo azadiyê tu jî rabe ser piyan’ mamostayên jin 4’emîn Konferansa xwe ya xweser pêk anîn. Piştî roja yekem a konferansê, mamostayên jin dibin sêwana Meclîsa Îştar de li ser êriş û dorpêça ku ev 40 rojin berdewam dike daxuyaniyek çapemeniyê dan. Despêkê deqek rêzgirtin ji bo giyanê şehîdan hat girtin. Piştre daxuyanî ji aliyê Mamosta Ferîde Tekîn ve hat xwedin.

Daxuyanî wiha ye:

“Wek îro li ber çavên cîhanê kiryar û buyerên ru didin, ji rastî û hebûna mirovahtiyê durin. Ger her welatekî ku ji xwe re bêje ez demokratim û qala demokrasiyê dike, li kuderê ne ew demokrasî xwaz. Ger îro di cîhana me de kuştina jin, îstîsmara zarok, dagirkirina xak, bê huquqî, girtin, kuştin û ne naskirina îrade û civaka gelan hebe şerme ku bêjin demokrasî. Em ji bîr nekin dema ku Teyîp Erdogan ji dewleta Alman re digot: “ Tu gel bê ziman û nasname nikare bijî, ji bo parastina hebûna xwe bike pêwiste hebe û îradeya wan were naskirin”. Lê em ji di pirsin çima wê ji boy gelê Kurd nebe û îradeya wan neyê nas kirin.

Ew çend xwe kerr û lal bikin jî lê emê xwe ji van kiryarên kirêt û bê exlaqane re kerr û lal nekin û heta emê perdeyên guhan biqetînin qêr bikin û dengê xwe bilind bikin. Ji ber ku em hebûn, em hene û emê hebin. Îradeya me gelê meye û emê qeyuman nasnekin.

Yek ji mînakên wê yên berçav ewe ku gelekî ji 20’salan zêdetire penabere ji cih û warên xwe koç kirine war bi war bi birçîtî û hejariyê re rû bi rû maye îro dixwazin bi rêbazên bê mafî bi firoke, girtina rê, ambargo û bê kariyê re bêçare bikin. Em ne xeribê van kiryarane ne, di dirokê de ev kiryar dubarene, armanca wan valakirin, tunekirina wargehê ye. Lê emê nebin pergala destê hêzên navxweyî, dewleta Tirk û pilangerên ku hevkarên wanin. Vaye 40 rojin ev wargeh bi ambargo û gelek kiryarên din re ru bi ruye. Em wan partî, rêxistin û welatên wan destek dikin û dibin hevkarê wan şermezar dikin. Bila ji bîr nebe emê rumeta xwe radestî tu kesê nekin. Ger ku ew jî xwedî keramet û rûmetbûna, wê ne xwedî pêkanekê bi vî awayî bûna.

Ji bo vê cardin em wek mamostayên jin yên wargeha şehîd Rûstem Cûdî bang li tevahî cihan, raya giştî, partî, sazî û rêxistinan dikîn ku li erkê xwe yê mirovatiyê xwedî derkevin. Em bi hêvîne herkes deng bide dengê me bi wijdan û exlaq tevbigere.”

Daxuyanî bi diruşmeyên ‘Bê dengî mirine, deng bidin dengê gelê penaber, jin jiyan azadî, bê serok jiyan nabe û bijî Serok Apo’ bi dawî bû.

Back to top button