Arşîv

Çalakiya mertalên zindî bi dawî bû

KOBANÊ – Çalakiya konê mertalên zindî ya Kantona Kobanê ku li dijî gef û êrîşên dewlata tirk di 17’ê tîrmehê de hatibû destpêkirin bi dawî bû.

Çalakiya mertalên zindî ya bi pêşengiya Kongreya Star, PYD, Rêveberiya Xweser a Demokratîk, Tev-dem, Saziya Malbatên Şehîdan û Ciwanan di 17’ê tîrmehê li gundê Qeremoxê yê Kobanê bi dirûşma “Em welatê xwe diparêzin” hatibû despêkirin, di roja 40’î de çalakî bi daxuyaniyekê dawî bû. Daxuyanî ji aliyê çalakvana bi navê Mizgîn Xelîl ve hat xwendin. Mizgînê destnîşan kir ku dê çalakî bi şêwazên cuda dom bike.

‘Em ê welatê xwe biparêzin’

Çalakvan Mizgîn bertekên welatiyan ên di dema çalakiyê de bi lêv kir û wiha domand: “Ji bo raya giştî ev bû demek tehdîdên dewlata tirk li ser heremên Bakur-Rojhilatê Suriyeyê hene. Li hember van gefan li ser navê Kantona Kobanê, pêşengtiya jinan û tevahî sazî, meclîs, dezgeh û komînên Kantonê 40 roj in çalakiya mertalên zindî didome. Tevlîbun û bertekên gel girseyî bûn. Bi taybet jinan di vê çalakiya mertalên zindî de rolek sereke girt. Di bin banê çalakiyê de gelek çalakiyên cur be cur hatin lidarxistin. Ji bo vê jî çalakiyê encam girt. Em dawî li konê mertalên zindî tînin, lê li hember her tehdîdek a ser ax û gelê me, wê çalakiyên me bi şêwazên cur be cur berdewam bike. Em weke gelê Kobanê soz didin ku em ê her dem li dijî dagirkeriyê û tunekirinê li ser piya bin. Welatê xwe biparezin, erka xwe ya rewa pêk bînin. Em sipasiya hêza parastina cewherî, asayîş û hemû welatiyên piştevanî dan çalakiyê û bi taybetî sipasiya gundê Qeremuxê dikin.”

Çalakî bi dirûşmên “Bijî Serok Apo”, “Jin jiyan azadî” û “Bimre dagirkerî” bi dawî bû.

Back to top button

Warning: Undefined array key "sessionIdVal" in /home/kongrastar/public_html/wp-content/themes/jannah/footer.php on line 27