Arşîv

Jinên Efrînê: Êrîş destdirêjiya li vîna jinê ne

ŞEHBA- Jinên Efrînê ên li Şehbayê bi cih bûne, der barê kiryarên ku di hindirê Efrînê de diqewimin nêrînên xwe anîn ziman û gotin: “Êrîşên dewleta tirk destdirêjiya li ser hemû nirxên jinan e, bila hemû jin bibin yek û keên ku dixwazin vîna jinan biçewisînin têk bibin.”

Bi êrîşên dewleta tirk ên li serHerêma Efrînê re niha Efrînê bi xeteriyek mezin re rûbirû hiştine û bi taybet jin di xeterê de ne. Her roj jin tên revandin, tecawizkirin û binçavkirin. Bûyerên li Efrînê pêk tên dûrî ehlaqên mirovahiyê ne. Têkildarî mijarê jinên Efrînê yên ku li Şehbayê dimînin nêrîna xwe parve kirin.

‘Êrîş destdirêjiya li vîna jinê ne’

Jina bi navê Duha Îbiş hovîtiya li Efrînê tê meşandin şermezar kir û da zanîn ku ev hovîtî destdirêjiya li ser hemû nirxên jinê ne nirxên hemû jinan e û wiha berdewam kir: “Dewleta tirk bi êrîşên li ser Efrînê xwest derbeyekê li vîna jina azad bixê. Da ku ji civakan re bidê diyarkirin ku hîn jin kole ye, nikarê parastina xwe bikê û dengê xwe derbixê. Ev kiryarên dûrî exlaqên mirovahiyê ne û ne bûyerên ji rêzê ne. Em dibêjin bila hemû jin bibin yek, da ku em bikarin dijminên ku dixwazin vîna jinan biçewisînin têk bibin.”

‘Çanda jinên Efrînê hat hedef girtin’

Jina bi navê Hûriya Reşîd jî destnîşan kir ku armanca dagirkirina dewleta tirk a Efrînê di serî de bû êrîşên li ser destkeftiyên jinan û wiha axaftina xwe domand: “Tirkiyê dixwazê çanda jinan li Efrînê qir bikê. Ji bo wê jî cil û bergên reş li ser jinan ferz dike. Dixwaze xwezaya jina kurd, xweşikbûna wê û heybeta wê di nava reşiya wan kincan de winda bike. Yanî em dikarin bêjin ku tundî bi rengekî eşkere jinan hedef digrê û bi vê re jî rengê jin û jiyanê didê winadakirin.”

‘Hesreta vegera welat her di dilê me de zindî ye’

Jina bi navê Fîdan Mihemed jî di nava nêrîna xwe de anî ziman ku ew ji Efrînê bi zorê hatin derxistin, xwestine zarokên xwe fêrî heskirina welat bikin û wiha dibêjê: “Li hember qirkirina jinan a di nava dîrokê de, em xwe dî li rûmeta xwe derketin. Dema ku em ji Efrînê jî derketin dilê me xemgîn bû. Lê her hesreta vegera ser axa xwe em di dilê xwe de her roj zindî dihêlin. Her çiqas em dûrî Efrînê ne jî em zarokên xwe fêrî heskirina welat dikin, ji bo ku her tim di bîra wan de bimînê ku axa wan hat dagirkirin û ji bo tola xwe ji dîroka bê bext hilînin.”

Back to top button