Arşîv

Sema Bekdaş: Desteserkirina şaredariyên Bakur çewisandina îradeya gelan e

QAMIŞLO-Hevseroka Desteya Rêveberiya Herêmî û Ekolojiyê ya Herêma Cizîrê Sema Bekdaş der barê desteserkirina şaredariyên Bakur ji aliyê dewleta tirk ve nirxandin kir û got: ” Êdî gelê Bakur rastiya Erdogan û sîstema wî ya desthilatdar nas kiriye, Gelê ku xwedî vîn û îrade be tu kes nikarê vîna wan desteser bike.”

Hevseroka Desteya Rêveberiya Herêmê û Ekolojiyê ya Herêma Cizîrê Sema Bekdaş derbarê kiryarên dewleta tirk yên li ser şaredariyên HDP’ê û desteserkirina vîna gelê bakur nirxandin kir.

‘Şaredariyên bakur wê bi vîna gel paşve bên girtin’

Sema di destpêka axaftina xwe de dijminatiya tirkan a li hemberî kurdan vegot û axaftina xwe wiha bi lêv kir: “Wekî ku em dizanin giştî di Rojhilata Navîn de qirîzeke mezin heye. Ji bo wê jî tiştên ku li ser erdê jî diqewimin gelek sedemên wê yên bingehîn hene. Qirîza ku li Tirkiyê derketiye dihêlê ku dewlet bi hemû hewildanên xwe êrîşî derdorê bikê û dijminatiya vîna gelan bike. Ji despêka şoreşa rojavayê Kurdistanê ve dewleta tirk bi rengekî eşkere dijminatiya kurdan dike. li aliyekî jî tehdîd û êrîş dike ku ev dagirkirin jî îro berdewamiya dijminatiya kurdan e. Ev çend rojin hikûmeta AKP’ê şaredariyên ku bi îradeya gel hatine standin li bajarên Kurdan desteser kirine. Kurdên Bakur di şetên herî zehmet de û tevî zext û zoriyê şaredarên xwe hilbijartin û bi hêzeke xurt bûn xwedî vîn.”

‘Gelê bakur rastiya siyaseta tirk û desthilatdariyê nas kiriye’

Di berdewamiya axaftina xwe de Sema bal kişand ser rewşa qirîza li Tirkiyê û wiha domand: “Dewleta tirk di hundirê wê de xitmandinek heye, ji bo xwe ji vê qirîza aborî û siyasî xelas bike êrîşî dewletên derdorê dikê. Bûyerên ku îro li Tirkiyê çêdibin li dijî demokrasî û îradeya gelan e. Em hemû dizanin ku di hemû zagonên cîhanê de şaredarî bi îradeye gelan tên hilbijartin û tên sitandin û ji bo civakê xizmetê li wan tê kirin. Bi têkçûna AKP’ê di hilbijartinên Stenbol û Enqere de bajarên mezin ji bin desthilatdariya Erdogan derketin. Êdî gel rastiya Erdogan û sîstema wî ya desthilatdar nas dikin. AKP nefesa xwe ya dawiyê digrê. Destdirêjiya ku li ser gelê Bakur dide meşandin bi rêya wê dixwazê hebûna xwe bidê diyarkirin.”

‘Hedefa Erdogan êrîşên li ser vîna kurdan e’

Sema di nava axaftinên xwe de bal kişand ser dijminatiya Erdogan a li dijî Gelê Kurd û ev tişt anî ziman: “Deverên tên hedef irtin deverên kurdan e, şaredariyên ku kurdan bi dest xistine. Tê diyarkirin ku di Tirkiyê de pirsgirêka Erdogan tenê kurd û statoya kurdan e. Di dîrokê de jî ev yek baş hatiye şîrovekirin. Di hindirê dewletê de her roj êrîş li ser parlementer, parêzeran û rojnemevan hene. Ev tê wateye ku AKP dixwazê her kes li gorî nêrîna wê tevbigerê. Hedefa Erdogan êrîşa li ser vîna Gelê Kurd e.”

‘Qeyûmên AKP’ê nikarin xizmeta civakê bikin’

Sema di dewamiya axaftina xwe de da zanîn ku Qeyûmên AKP’ê yên ku hatine erkdarkirin nikarin xizmeta gel bikin û wiha axaftina xwe dirêj kir: “Qeyûmên ku ji aliyê hikûmeta AKP’ê ve li şaredariyan hatine erkdarkirin kesên ku dikarin li gorî bercewendiyên hikûmeta AKP’ê û siyaseta wê tev bigerin. AKP nikarîbû di hilbijartinan de bi ser bikeve. Eger xizmeta gel bikira wê gel wan hilbijarta. Em dikarin bêjin dengê demokrasiyê li tirkiyê de tê fetisandin.”

‘Dengê têkoşînê wê bi ser bikevê’

Di dawiya de Sema banga li gelê Bakur kir ku hevgirtina xwe xurt bikin û kiryarênên dewleta tirk qebûl nekin û wiha got: “Gelê kurd ji dîrokê heta niha bi têkoşînê û lehengiyê tê naskirin. Destkeftiyên îro di nava destê me de ne helbet me bedelên giran bûha ji wan re dane. Heyecana gelê bakur xurt e. Gelê ku xwedî vîn û îrade be tu kes nikarê wan bindest bikê. Her tim wê dengê têkoşînê bi ser bikevê.”

Back to top button