Arşîv

Modela Yugoslavyaya Kevin

Nalîn Dîcle

Di şerê tund ê 6 salan de li Sûriyeyê hemû pêkhateyan bedelên giran dane. Di pêvajoya şer de dem bi dem çareserî jî dikeve rojevê.

Di pêvajoya şerê 6 salan de kurdan bi stratejiya xeta sêyemîn xwe parast û li herêmên ku hatin rizgarkirin modeleke nû afirand. Jixwe di rewşa heyî de tekane hêza xwedî proje, kurd in û ev projeya herî şênber û guncaw e.

Pergala Federaliya Demokratîk di 17’ê Adarê de hate îlankirin û li ser esasê neteweya demokratîk xwe saz dike. Di neteweya demokratîk de, hemû pêkhate bi hev re û bi awayekî wekhev dijîn. Her wiha ji hemû çand, ol û etnîsîteyan tê avakirin û mafê ferd û civakê tê dayîn.

Meclisa Damezirîner a Sîstema Federaliya Demokratîk a Bakurê Sûriyê di belgeya xwe ya siyasî de ji bo Sûriyeyê bi giştî pergala Komara Federal a Demokratîk daxwaz dike.

Pergal wiha tê ravekirin: “…Di Komara Federaliya Demokratîk a Sûriyeyê de terzê dewletê nayê bikaranîn û li ser esasê ol û neteweyên civakê tu ferq û cudahî nakeve navbera gelên herêmê. Pênasekirina Komara Federaliya Demokratîk a Sûriyeyê bêyî tu peyv û têgehên irqî û olî be û hemû pêkhateyên civakê digire nav xwe.”

Di belgeyê de xala din a girîng ‘welatê hevbeş’ wiha tê pênasekirin: “Têgeha ‘welat’ ji feraseta yek etnîsîte, yek ziman û yek ol nayê avakirin. Lê belê welat ji hemwelatî, pir ziman, pir netew û pir olî tê avakirin. Eger welat li ser vê ferasetê were avakirin dê yekitî û biratiya gelan pêk were. Berevajî vê yekê eger welat ji hestên tevlibûna yek etnîste were avakirin, beşeke mezin ji hemwelatiyan dê ji derve bimîne. Ev feraset parçebûnê çêdike û faşîzmê ava dike”.

Ji bo Sûriyeyê projeya Rûsya û Amerikayê çi ye?

Di vê demê de Rûsya û Amerîka bi nûnerên rêveberiya xweser û MSD’ê re hevdîtinên cuda pêk anîn. Ji van hevdîtinan jî diyar e ku her du hêz pergala federaliyê erênî dibînin.

Jixwe di destûra bingehin de ku ji aliyê Rûsyayê ve hatiye pêşkêşkirin, navê Sûriyeyê ji Komara Erebî ya Sûriyeyê, dibe Komara Sûriyeyê. Ji bo kurdan jî otonomiyeke çandî tê pêşniyarkirin. Bêguman tenê otonomiyeke çandî daxwazên kurdan yên sereke pêşwaz nake. Rûsya îtîraf dike ku mîna berê Sûriyeyeke navendî nameşe, lewre gaveke girîng e, lê ne bes e. Bi giştî di destûra bingehîn a ku Rûsyayê pêşkêş kir de hin mijarên maqûl hebin jî, lê diyar e ku pirsgirêkên Sûriyeyê çareser nake û nabe bersiv. Ji bo Sûriyeyê projeya Rûsyayê ya çareseriyê dişibe modela Yugoslavyaya kevn a serdema mareşal Tîto. Yoguslavya di sala 1943’yan de bi navê Yugoslavyaya Demokratîk û Federal, di sala 1946’an de Yugoslavyaya Federal a Gel, herî dawî jî bi navê Komara Yugoslavyaya Federal û Sosyalîst bû. Serokê komarê yê yekem Josip Broz Tîto bû. Yugoslavyaya piştî Şerê Cîhanê yê Duyemîn heta sala 1992’yan, bi pergala komara federal a sosyalîst dihat birêvebirin.

Li vir xala herî girîng ew e ku kurd pergaleke federal dixwazin û Rûsya û Amerîka ne li dij in. Her çendî bi fermî projeya federalî nehatibe destekirin jî, lê di hevdîtinên nûnerên Rojava de ku bi Rûsya û Amerîkayê re dikin, li pişt deriyên dadayî ji pergala federal re nêzîkatiyeke germ heye.

Back to top button