Arşîv

Zarokên Efrînê: Em ê parka xwe biparêzin

ŞEHBA – Bi alîkariya jinên Kampa Serdem ji bo zarokan bi navê ‘Semîra’ parkek hat avakirin. Zarokên ku bi avakirina parkê kêyfxweşin da zanîn ku dê her tim parka xwe bi parêzin.

Bi pêşengiya Şaredariya Kampa Serdem, bi alîkariya jinên kampê ve parkek bi navê Şehîd ‘Semîra’ bi şahiyekê hat vekirin. Şêniyên Kampa Serdem, Meclîs û Şaredariya kampê li di şahiyê de amade bûn. Di vekirina parkê de Hevseroka Şaredariya kampa Serdem Emel Qehreman axaftinek kir.

Emel, bal kişand ser têkiliya jin bi xwezayê re û wiha got: “Em jin her dem derdora xwe şîn dikin, ji ber vê me parkek bi vî rengî ava kir. Çiqas em bi hêvî bin û berxwedana xwe bidomînin em ê vegera Efrînê misoger bikin.” Piştî axaftina Emelê par ji aliyên dayikên berxwedêran ve hat vekirin.Têkildarî vê mijarê zarokên ku beşdarî şahiyê bûn hestên xwe bi me re parve kirin.

‘Em ê parka xwe biparêzin’

Zaroka bi navê Fatimê Hesen kêfxweşiya xwe ji avakirina parkê re anî ziman û wiha got: “Em kêfxweş bûn ji ber parkek bi navê Şehîd Semîra li kampa Serdem hat vekirin, em zarok rojane em ê werin parkê û pirtûkan bixwînin, em ê parka xwe her tim bi parêzin.”

‘Em xwezayê hez dikin’

Viyan Reşîd jî li ser parkê axivî û vegot: “Em zarokên Efrînê ji xwezayê hez dikin, dewleta Tirk li Efrînê hemû parkên me talan kir, lê me li Şehbayê parkek xwe ava kir, em zarok soz didin em ê vegerin Efrînê.”

‘Em ê li derdora xwe şîn bikin’

Şêrîn Cebo wekî zarokên din kêyfxweşiya xwe der barê avakirina parkê de anî ziman û wiha got: “Em zarok li kampa serdem dijîn û berxwedaniya xwe didomînin ji bo vegera Efrînê, em li her deverê li derdora xwe şîn dikin.”

‘Zarok dê li vir kom bibin û bilîzin’

Kemîliya Henan jî hestên xwe anî ziman û got: “Em zarok her dem li hev kom bibin û werin parkê bixwînin û bilîzin jî. Dewleta Tirk bi êrîşên xwe nikare me bitirsîne, em ê tim û tim berxwedaniya xwe bidomîni

Back to top button