Arşîv

Zarokên Êzîdî: Em fêrî çanda xwe dibin, em bi çanda xwe serbilindin

ŞEHBA – Yekîtiya Êzîdiyên Efrînê ji bo naskirina çanda Êzîdiyan dewreyeke perwerde li Şehbayê da destpêkirin. Mamoste û zarokên tevlî perwerde bûn da zanîn ku çanda Êzîdiyan çandekî kevnare û bi çanda xwe serbilindin, dê fêrî çanda xwe bibin.

Bi pêşengiya Yekîtiya Êzîdiyan a Kantona Efrînê ji bo naskirina çanda Êzîdiyan dewreyeke perwerde, ji zarokên Êzîdî re li Kantona Şehbayê hat destpêkirin. Ev perwerde ji aliyê mamosteyên Êzîdî ve tê dayîn. 19 zarokên Êzîdî li navçeya Ehresê tevlî perwerdê bûn. Waneyên tê dayîn wiha ne: Roj, Êzîd, çîna Êzîdiya, Silav û Rêzgirtin, Cejnên Êzîdiyan û Îbadet. Têkildarî vê mijarê mamoste û zarokên ku dest bi perwerdê kirine nêrînên xwe parvekirin.

‘Çanda Êzîdiyan çandekî kevnare’

Mamoste Gulistan Çawîş qala çanda Êzîdiya kir û wiha got: “Em çanda Êzîdiyan fêrî zarokan dikin, ji bo em çanda xwe winda nekin û xwediyê çanda xwe derkevin. Zarok pêşerojê civakê ne ji bo çanda xwe ji bîr nekin dewreya perwerde me da destpêkirin. Çanda Êzîdiyan rastî pir fermanan hatiye, em ê herdem çanda xwe berdewam bikin û bi yek rûhî çanda xwe nasbikin. Çanda Êzîdiyan çandekî kevnare û paqije.”

‘Em bi çanda xwe serbilindin’

Yek ji zarokên ku tevlî perwerdê bû ye Deniyal Cebêr a 11 salî axivî û wiha pê da çû: “Dema em li Efrînê bûn me perwerdeya xwe didît, lê piştî êrîşa Dewleta Tirk li ser Efrînê em koçberî Şehbayê bûn, niha em perwerdeya xwe li Navçeya Ehres didomînin. Em ê li her deverê fêrî çanda xwe bibin, em bi çanda xwe serbilind in.”

‘Tu kes nikare me ji çanda Êzîdî dûr bixe’

Her wiha zaroka bi navê Rîme Şekiro hestên xwe anî ziman û wiha got: “Em niha perwerdê li ser çanda xwe dibînin, tu kes nikare me ji çanda Êzîdiyan dûr bixe, em ê li ser kevneşopî û nirxên xwe yên Êzîdî bimeşin.”

Back to top button

Warning: Undefined array key "sessionIdVal" in /home/kongrastar/public_html/wp-content/themes/jannah/footer.php on line 27