Arşîv

Hediye Şemo: Kiryarên AKP’ê yên li dijî mafên jinan derexlaqî ne

Di 19’ê mehê de bi sedan kurdistanî li dijî desthilata AKP’ê piştî hevserokên 3 şaredariyên li Bakurê Kurdistanê desteser kirin, çalakî li dar xistin.

Meclisa Rêveber a Navendî ya Partiya Gelan a Demokratîk (HDP) bi daxuyaniyeke nivîskî eşkere kir ku desteserkirina şaredariyên Amed, Wan û Mêrdînêbi destê desthilata AKP’ê, darbeya siyasî ya nû ye û binpêkirina vîna siyasî ya gelê Kurd e.

Xwepêşandêr, bi taybet jin, di çewisandin û kiryarên ji hêla desthilata AKP’ê re derbas bûn. Bi wê re jî hêrsa rêxistinên jinan bilind bû.

Endama Koordînasyona Kongreya Star a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Hediye Şemo bi rêya ajansa ANHA’yê kiryarên dewleta Tirk şermezar kirin û wiha got: “Her tim xwe li gorî dewleta wekhev û serweriya demokratîk eşkere dike. Lê belê tişta ku li ser erdê rû dide ew e ku rêbazên çewisandinê ku desthilat pêk tînin, bi taybet li dijî mafên jinan û dayikan, tê dîtin. Her wiha îşkence û destgîrkirina hevjînên wan û xistina di girtîgehan de jî, pêk tên.”

Hediye Şemo îşaret pê kir ku kiryarên dewleta Tirk, bikaranîna bombeyên gazê, reşandina avê û lêdana bi jopên hesin, bi armanca şikandina berxwedanê ye.

Der barê hedefa AKP’ê de Hediye anî ziman ku binpêkirinên desthilata AKP’ê tolhildana binkeftina wan di şaredariyên mezin ên wekî Stenbolê ye.

Hediye Şemo da zanîn ku dirûşma Kongreya Star parastina tevahî jinan li her derê ye û wiha pê de çû: “Rûdanên ku hikumeta AKP’ê yên li dijî jinan pêk tîne, karekî tirsonek û derexlaqî ye. Her wiha jî li dijî kesayeta Leyla Guven û bi sedan jinên ku li hember faşîzma Tirk derketine, kiryarên dermirovî û derexlaqî pêk anîn. Ev jî nîşaneya tirsa faşîst ji berxwedana jinên Kurd ku kêliyekê di berxwedan û parastian mafên xwe ranewestînin.”

Endama Koordînasyona Kongreya Star a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Hediye Şemo di dawiyê de bang li tevahî rêxistinên mafên mirovan kir ku der barê binpêkirinên li Bakurê Kurdistanê yên ji hêla hikumeta AKP’ê ve pêk tên, hişyar bin, divê helwestên wan tenê di çarçoveya daxuyaniyan de neminin û divê liv û destwerdan bi pratîkî be da ku garantiya mafên gelan pêk were.

Back to top button