Arşîv

Amadekariyên konferansa yekitiya kurdî berdewam in

Piştî têkiliyên bi partî, rêxistin û tevgerên kurdî yên li herêmên Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyê da ku amadekariyên lidarxistina konferansa yekitiya kurdî were birêvebirin, komîteyeke ji 8 endaman hate avakirin.

Endama komîteya amadekariya konferansê Narîn Metînî diyar kir ku hindik ma amadekariyên konferansê bi dawî bibin û tê payîn ku hemû bergiriyên pêwîst di hefteya destpêkê ya meha Îlonê de bi dawî bibin.

Tê payîn ku 28 partî, rêxistinên sivîl, civakî û çandî yên kurdî beşdarî konferansê bibin.

Komîteya amadekar bi partiyên kurdî re xebata xwe berdewam dike. Tê zanîn partiyên ku komîteya amadekar bi wan re têkiliyan datîne, di civînên Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê-Rojava (KNK-Rojava) de hatine diyarkirin ku dê beşdarî konferansê bi aramanca dûrxistina hemû metirsiyên li ser Rojava, Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî bibin.

Di civata kurdî ya li Rojava de hêviyeke mezin a serkeftina konferansa yekitiya kurdî heye.

Back to top button