Arşîv

Meclisa Jinan nexşerêyekê amade dike

Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê civîna xwe ya asayî di 23‘yê Tebaxê de li dar xist. Meclisê di civînê de plansaziya kar û xebata xwe eşkere kir. Ji plansaziyê; meclis dê nameyekê bi navê meclisê ji aliyên têkildarî dosyeya Sûriyê re bişîne û meclisê bi wan bide nasîn. Meclisa Jinan girîngiya beşdarkirina jinan di prosesa diyalogan û mijara destûra Sûriyê de destnîşan kir. Her wiha diyar kir ku belgeyeke siyasî ya mîna nexşerêya bi navê meclisê dê amade bike.

Civîn bi encamnameyekê bi dawî bû. Encamname wiha ye:

“Civîn bi pêşwazîkirina beşdaran û deqeyeke rêzgirtina bîranîna şehîdan dest pê kir. Rapora xebatên koordînasyonê hate xwendin. Der barê rewşa siyasî, rojevên sereke yên di qada siyasî de li Sûriyê bi giştî û Bakur û Rojhilatê Sûriyê nîqaş hatin kirin.

Di nîqaşan de hate gotin ku aloziya Sûriyê ya ku bi tevgera gel di 2011‘an de dest pê kir, hîna jî berdewam e. Ji ber girêdana bi xeta leşkerî tundî didome, aloziya Sûriyê êdî girêdayî îrade û berjewendiyên hêzên herêmî û navdewletî ku biryara niştîmanî ya Sûriyê hatiye paşguhkirin. Her wiha rûdanên li Idliba Sûriyê û nakokiyên di navbera hêzan de delîlê vê yekê ne ku Tirkiye di dagirkirina herêmên din ên Sûriyê de bi taybet Efrîn, berdewam dike, li aliyekî din jî gefên wê yên domdar li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi hincetên ne di cih de ku li ber xwe planên dagirkirina herêmên din û temamkirina projeya guhertina demografiyê, her wiha têkbirina tecrubeya Rêveberiya Xweser a Demokratîk û ewlehiya herêmê veşartiye. Wekî tê zanîn, herêmên me piştî tunekirina rêxistina terorîst a DAIŞ‘ê di aliyê leşkerî de li herêmên me tune bûn, lê ev yek xebatên peydakirina çareseriyeke siyasî ji aloziya Sûriyê re li gorî biryara navdewletî ya bi hejmara 2254’an asteng dike.

Civînê îşaret bi rola jinan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê û beşdariya wan ji avakirina civaka demokratîk kir, her wiha bal kişand ser serkeftinên ku di hemû qadên leşkerî, siyasî û çandî de bi dest xistine û di parastina van destkeftiyan û pêşxistinê de xwedî rol e. Civînê girîngiya hevgirtin û yekitiyê li dijî hemû êrîşên ku ewlehî û aramiya herêmê dikine armanc, piştrast kir. Rasterast mekanîzmaya xebata meclis û koordîneyê, çawaniya pêşxistina xebata wan, nexasim di vê pêngava girîng de ku jin tê re derbas dibin, nirxandin. Li ser vî esasî plansaziya kar û xebatê hate diyarkirin. Di serî de peyamên meclisê yên dan û standinên têkildarî destûra Sûriyê meclisê ji rayên navdewletî û aliyên peywendîdar re werin pêşkêşkirin û di ber çavan re girîngiya beşdariya jinan ji dan û standinên têkildarî destûra Sûriyê re, ji ber garantiya mafên jinan e û diyarkirina belgeya destûrê wekî diyarkirina nexşeya bi navê Meclisa Jinan û banga dadgehkirina serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan, derbas bikin. Ji ber gefên qirkirin û nîjadperestiyê yên ku der heqê gelê Kurd de dide meşandin, li gorî pîvan û zagonên navdewletî sûcdariyek e.

Her wiha civînê bal kişand ser têkiliyên bi rêxistinên mafnasî û rêxistinên jinan re bi taybet, da ku rewşa Efînê û kiryarên dermirovî ku der heqê sivîlan de pêk tên, agahdar bin û herî dawî jî lidarxistina çalakiyên taybet bi Roja Aştiyê ya Cîhanê, pêngavên taybet û giştî ku armanc jê diyarkirina rola jinan di avakirina civaka demokratîk de ye. Civînê bal kişand ser xurtkirina berxwedana jinan di hemû qadên jiyanê de.”

Back to top button

Warning: Undefined array key "sessionIdVal" in /home/kongrastar/public_html/wp-content/themes/jannah/footer.php on line 27