Arşîv

Li Qamişloyê li ser zayîna xwezayî semîner hat dayîn

QAMIŞLO – Weqfa Jina Azad û Heyva Sor a Kurd li zanîngeha Rojava Qamişloyê li ser zayîna xwezayî û qeyseriyê (sezeryan) semîner dan.

Bi pêşengiya Weqfa Jina Azad a Rojava û Heyva Sor a Kurd, di 20’ê tîrmehê de hemleya hişyarkirina jinan a di derbarê zayîna xwezayî û qeyseriyê (sezeryan) de li Kantonên
Qamişloyê û Kobanê bi dirûşma “Ji bo jinan zayîna bi tendirust a xwezayî ye” habû despêkirin.

Li Zanîngeha Rojava jî girêdayî mijarê ji aliyê Weqfa Jina Azad a Rojava û Heyva Sor ve semînerek hat dayîn. Semîner ji aliyê hemşîreya bi navê Şehnaz Mûsilî ve ji bo xwendekar û mamosteyan hat dayîn. Bandora erênî û neyêniya zayîna xwezayî û zayîna qeyserî (sezeryan) ji xwendekar û mamosteyan re hate şîrovekirin.

Semîner bi pirs û bersivan dawî bû.

Back to top button