Arşîv

Jinên Kobanê Xelekên Kevneşopiyên Civakî Dişkîn İn

Asya Mislim ya ku li ber mala xwe dikan vekiriye diyar kir ku jin xelekên kevneşopiyên civakî dişkînin û di her qadê jiyanê de cihê xwe digrin û aboriya xwe ya xweser pêk tînin.

Bi pêşengiya jinên rojavayê Kurdistan, pergala xweseriya demokratîk bi jiyanî dibe. Di sala 2014’an de piştî êrîşê çeteyên DAIŞ’ê ya li hember Kantona Kobanê gelek welatî neçar mabûn koçbikin. Li hember êrîşê çeteyên DAIŞ’ê bi pêşengiya şervanên YPG/YPJ’ê berxwedanek dîrokî hat jiyîn û di encama berxwedanê de Kobanê bi temamî ji çeteyan hat paqijkirin. Xebata înşayê ya ku bi pêşengiya jinan rêve diçe her ku diçe guhertinên ber biçav pêk tên. Jinên ku pêşengiya parastinê, siyasetê, çandê û rêxistinbûnê dikin, di heman demê de ji bo aboriya xweser jî kedek mezin didin.

Yek ji van jinan Asya Mislim ya ku li ber mala xwe dikan vekiriye. Asyayê diyar kir ku ji ber şer û rewşa koçberiyê jin zehmetî dijiya û wiha got: “Lê belê jin niha derdikeve dervî malê û kar dike. Ew hişmendiya desthilatdariyê ku jin dixist nav çar diwaran bi rizgarkirina kobanê têk çû. Lê ez dikarim bêjim ku beriya şoreşê derketina jin ji derve wek şermeke dihat dîtin ji aliyê civakê ve.”

‘Sînorên di nav çar diwaran de rûxiya’

Asyayê bilêv kir ku pergala desthilatdariya mêr hêza jinê di nava çar dîwaran de bi xwedîkirina zarokan re tengkiribû û wiha domand: “Piştî Arîn Mîrkanan bi lehengî şer kirin di Kobanê de jiyan yekser veguheriya jiyana hevbeş. Dibe ku hinek tişt gavên biçûk bin, lê di bingeha wê de dîrok û ked hevbeş ya jinê heye. Ez karê dikandariyê dikim, lê ji bo min pir bi wateye. Ji ber ku karkirina jinê êdî ne şerm e. Ger ku YPJ û YPG’ê di yek eniyê de li hember DAIŞ`ê şer kirine, wê de mê divê ku jin jî li Kobanê bi yek rihî kar bikin û civak şên bikin.”

Di dawî de Asyayê bang li hemû jinên Reqayê kir ku vegerin gundê rizgarkirî û karê xwe bikin û koçberiyê nepejirîn in.

Back to top button