Arşîv

Rêveberiya Jin a Dêrazorê çalakiya xwe bi dawî kir

Rûspî, şêx êlan, endamên Komîteya Perwerde û Fêrkirinên, endamên Yekitiya Werzîşê, endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn, Meclisa Jin a bajarokê El-Besîra, endamên Partiya Pêşerojê ya Sûriyê, endamên meclisên herêmî ji gund û bajarokên cuda yên rojhilat, rojava û bakurê gundewarê Dêrazorê tev li roja duyemîn a çalakiyê bûn.

Piştî deqeya rêzgirtin, bi navên Meclisa Edaletê Dawûd El-Cîlat, Komîteya Perwerde û Fêrkirinê Kemal El-Musa, Partiya Pêşerojê ya Sûriyê Ebîr El-Ehmed û bi navê Meclisa Malbatên şehîdan Rewaa El-Abdullah axaftin hatin kirin.

Di axaftinan de gefên Tirkiyê li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û binpêkirinên sûcdar ên ku dgirkerî der heqê şêniyên Efrînê de, hatin şermezarkirin. Axaftvanan soza şopandina têkoşînê heya pêkanîna serkeftinê, rizgarkirina tevahiya herêmên dagirkirî û sekinandina li hember her mudexeleyeke Tirkiyê di axa Bakur û Rojhilatê Sûriyê de dan.

Piştî bidawîbûna axaftinan endama rêveber a Meclisa Jin a Dêrazorê Hiyam El-Ehmed Hêzên Ewlekariya Hundirîn ku çalakiyan wan parast silav kir û tevahiya endamên sazî û meclisên ku tev li çalakiyê bûne spas kir.

Piştî wê endama rêveber a Meclisa Jin Fatme Merwan bi daxuyaniyekê ragihand ku çalakiya wan bi dawî bûye û got: “Bi navê şêniyên Dêrazorê û gelê ku ji ber şeran westiyaye em bi tundî dewleta Tirk a dagirker û gefên wê li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê red dikin. Em îro çalakiya xwe bi dawî dikin, lê em ê çalakiyên xwe bi rêbazên cuda li dijî gefên dewleta Tirk a dagirker berdewam bikin.”

Back to top button