Arşîv

Jinên Minbicê fêrî bikaranîna çekan dibin

Di çarçoveya pêngava ” Me yekitiya xwe ava kir em bi ser ketin, em ê li ber xwe bidin ta biparêzin, ji dagirkeriya Tirk re na” de ya ji aliyê rêveberiyên jinan ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ve hatiye organîzekirine dewreyeke perwerdeyê ya fêrkirina bikaranîna hate vekirin.

21 jin ji tevahî sazî û komîteyên girêdayî Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbic û gundewarên wê, tev li dewrê bûn.

Dewreya perwerdeyê li Akademiya Hozan Can a taybet a Meclisa Ciwanan tê dayîn û ji aliyê şervanên Meclisa Leşkerî ya Minbicê ve tê birêvebirin. Armanc ji dewreyê ew ku jin ji bo rewşên şer û êrîşan amade bin.

Dê dewre 5 rojan bidome. Dê endam waneyên li ser çawaniya bikaranîna çekê, vekirina wê û rewşên sekinandina avêtinê bistînin.

Jina bi navê Meryem Mihemed têkildarî tevlêbûna xwe ya ji dewreya perwerdeyê wiha got: “Perwerdekirina jin li ser bikaranîna çek, însiyatîfekî baş û guncaw e, bi taybet di vê demê ku jin parastina xwe bikin de.”

Ji aliyê xwe ve jî rêvebera Yekitiya Jinên Ciwan a Minbic û Gundewarên wê Meryem Xelîf anî ziman: “Hedefa perwerdê ew e ku jin li beramber gefên li ser bajêr e bisekinin.”

Back to top button

Warning: Undefined array key "sessionIdVal" in /home/kongrastar/public_html/wp-content/themes/jannah/footer.php on line 27