Arşîv

Desteya Jinan li Kobanê amadekariya vekirina dayîngeh û baxçeyê zarokan dike

Ji ber zêdebûna hejmara zarokên ku malbatên wan dixwazin di cihên xwedîkirin û dayîngeh de qeyd bikin, heman demê de alîkariya jinên ku di saziyan dixebitin jî bê kirin, Desteya Jinan a kantona Kobanê dest bi însiyatîfa avakirina avahiyên dayîngeh û baxçeyê zarokan kir.

Desteya Jinan a kantona Kobanê xebata projeya avakirina dayîngeh û baxçeyê zarokan piştî salekê, bi dawî kir.

Avahî ji 9 odeyan pêk tê. Jê 4 odeyên dayînî û 4’ên din jî yên baxçeyê zarokan in. Odeyek jî ya rêveberiyê ye. Ji wê jî zêdetir rûberek berfireh ji park û cihê lîstikan re hatiye veqetandin.

Avahiya ku li naverasta bajarê Kobanê hatiye çêkirin têra 77 zarokan dike. Dê zarokên bi temenên 6 meh heta 6 salî pêşwaz bike.

Dê dayîngeh û baxçe rojane zarokan ji saet 8’ê sibehê heta 4’ê berêvarê pêşwazî bike. Dê xwedîlêderketin, girîngî û fêrkirin li gorî çalakiyên baxçeyê zarokan bin.

Ajansa me hevdîtinek bi seroka Desteya Jinan a bajarê Kobanê Firyaz Berkel re çêkir. Firyaz got: “Hedefa me ji vekirina dayîngeh û baxçeyan ew e ku alîkariya jinên ku di saziyên Rêveberiya Xweser de dixebitin bikin. Da ku karên xwe bêyî astengî pêk bînin û piştevaniya guncaw ji tevahî zarokan re bê dabînkirin.”

Firyaz diyar kir ku rêjeya jinên karker ku di saziyên Rêveberiya Xweser de dixebitin nêzî ji sedî 78 in û ji wan jî ji sedî 45 zewicî ne.

Li gor Firyaz, hejmara baxçe û dayîngeh zarokan têra zarokên jinên karker ên di saziyan de nakin. Ji lew re 4 dayîngeh û 3 baxçe vekirin. Her wiha Firyaz diyar kir ku Desteya Jinan hê hewldana vekirina zêde ya van projeyên ku sûdê li jinan dike, dike.

Seroka Desteya Jinan a bajarê Kobanê Firyaz Berkel got mamsoteyên ku dê zarokan perwerde û xwedî bikin; zane û piştevaniya zarokan dikin.

Desteya Jinan a bajarê Kobanê dê baxçe û dayîngeh di meha Îlona de veke.

Back to top button

Warning: Undefined array key "sessionIdVal" in /home/kongrastar/public_html/wp-content/themes/jannah/footer.php on line 27