Arşîv

‘Hêzên Parastina Civakî cewher û aramiya civakê diparêzin’

QAMIŞLO – Jinên Hêza Parastina Civakî der bare wate û giringiya erka xwe ya parastina civakê de nêrînên xwe anîn ziman û gotin: “Di nava salên şoreşê de Hêzên Parastina Civakî dikaribûn cewher û aramiya civaka xwe biparêzin û bibin hîmekî bingehîn ji şoreşa jinê re.”

Yek ji destkeftiyên şoreşa jinê ya di qada parastinê de avakirina Hêzên Parastina Civakî (HPC) ye. Ev hêz di sala 2013’an de amadekarî jê re hat kirin. Piştî serdan û civînên ku li seranserê bajar, gund û taxan hatin çêkirin ev hêz bi rengekî fermî di sala 2014’an de hat îlankirin. Pêwîstiya avakirina hêzeke wisa hebû ku di nava civakê de parastinê bike û di heman demê de endamên wê jî ji wê civakê bi xwe bin, ev gaveke pir girîng bû. Ji ber di destpêka şoreşê de li gelek herêmên Rojavayê Kurdistanê şer diqewimî û aramiya şêniyên civakê di nava metirsiyê de bû. Ji bo wê jî hêzeke wisa hat avakirin da ku her kes mirovên di wê civakê de dijîn nas bike û ewlehiyekê di nav de de çêbikê. Erka ku hêza HPC’ê girtibû ser milê xwe parastina taxê ji şaneyên razayî her wiha parastina milkê şêniyan ji mirovên ku dixwestin civak di nava metirsiyê de bimîn e bû.

Piştî ku aramiyek li herêmê çêbû. Hêzên Parastina Civakî şaxên xwe fireh kirin û li seranserî kanton, navçe û herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê navendên xwe vekirin. Têkildarî mijarê endamên jin ên Hêzên Parstina Civakî ji bo firehiya danasîna erkên hêza xwe nêrînên xwe ji me re parve kirin.

‘Hêzên parastina civakî, civakê aram dike’

Ji Rêveberiya navenda Hêzên Parastina Civakî ya li Qamişloyê Zibêde Elî girîngiya xebatê û parastinê nirxand û got: “Eger mirov bixwaze welat di aramiyê de bijî divê di destpêkê de milê xwe yê parastinê xurt bike. Hêzên parastinê ji bo aramiya welat pêşengtî kirin û bûn hêza ku hemû civak ji wan bawer bike. Dema ev hêz hat avakirin di destpêkê de dayikan cihê xwe di nav de girt. Ji ber zarokên me li çeperên şer bûn û welatê xwe ji dijminan diparastin. Me jî wekî dayik xwestin alîkariyê bidin hêzên xwe yên YPJ/YPG’ê û hundirê tax û bajarên xwe biparêzin. Hêzên parastina civakî, civakê aram dike.”

‘Parastina welat erka hemû mirovan e’

Di berdewamiya axaftina xwe de Zibêda destnîşan kir ku parastina welat ne erka hêzekê tenê ye ev erk ji her mirovekî tê xwestin da ku civak azad bijî û wiha domand: “Eger mirov li welatên din binêrê mirov dikare bêje civakên wan bê parastin in. Ji bo wê jî her roj li welatên wekî Iraq, Lîbya, Yemen û di hundirê Sûriyeyê de bi xwe jî kiryarên wekî teqîn, binçavkirin, dizîna malên welatiyan tê kirin. Ji ber rêxistineke xurt ku gel fêrî wateya xweparastinê bike tune ye. Ev mirov di parastina nirxên civaka xwe de lawaz mane. Tenê di fikira wan de eger sînor werin parastin tu metirsî li ser wan tune ye. Ji bo wê ji hemû deman zêdetir divê em erka parastinê bigirin ser milê xwe da ku welatê me azad bijî.”

‘Divê em hezkirin û sozdariya xwe ji welat re tim nû bikin’

Zibêda balê dikşîne ser girîngiya perwerdeya kesayetî û fêrkirina hişmendiya hezkirina welat ku di oxira parastina welat de mirov rûmeta xwe diparêze û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Em di welatekî de dijîn ku her roj êrîş û tehdîd li ser me hene. Ji bo mirov civaka xwe bê parastin nehêle divê di destpêkê de em di hişmendiya xwe de jî hezkirina welat bidin rûniştandin û tim sozdayina xwe ji bo axa xwe nû bikin.”

‘Pêwîst e em ji êrîşan re amade bin’

Endama Hêzên Parastina Civakî Şaha Emîn di nava nêrînên xwe de bal kişand ser gef û êrîşên dewleta tirk ên li ser axa welat û amadehiyên xwe yên parastinê û wiha axivî: “Dewleta tirk bi êrîşan dixwaze welatê me dagir bike û destkeftiyên me yê di nava salên şoreşê de binpê bike. Ji bo wê jî barê herî giran îro dikeve ser milê hêzên parastinê. Em dikarin bêjin ne tenê dewleta tirk her kes dixwaze ji dewlemendiya axa me bibe xwedî par. Em bi hêza xwe bawer in û amadehiyên me hene. Heta dawiyê em ê welatê xwe biparêzin û ji bo axa wê têkoşînê bidin.”

‘Hêviyên me her welatê me di nava aramiyê de bimîne’

Endama Hêza Parastinê Emîna Ebdullah qala tevlîbûna xwe di nava refên parastina civakî de dike û dibêjê ku ew dilşad dibe dema derdikeve parastina civakê û wiha pêde çû: “Dema hêzên parastinê hatin avakirin, min xwest wekî jin ez jî parastina civaka xwe bikim. Lewma min perwerdeya xwe ya fikirî û leşkerî dît û tevlî refên parastinê bûm. Min dît ku erk misyona min, ez xwedî li vîna vî gelê qehreman derbikevim e. Dema em derdikevin parastina bajarê xwe dilê min şad dibe ku ez dibînim tevgera bajarê min aram e. Ev hemû bi saya fikirê azad ê ku hişt em jin xwedî li maf û îradeya xwe derbikevin û hêviyên vî gelî pêk bînin. Hêviya me ew e her welatê me di aramiyê de bijî.”

Back to top button