Arşîv

Jinên Ciwan desteserkirina şaredariyên Bakur şermezar kir

Tevgera Jinên Ciwan a Helebê bi daxuyaniyekê êrîşên dewleta Tirk ên li ser Bakurê Kurdistanê şermezar kirin. Daxuyanî ji aliyê rêvebera Tevgera Jinên Ciwan Bêrîvan Henan ve li pêşiya navenda Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê ya li rojavayê taxa Şêxmeqûsd hat xwendin.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:

“Bi navê Tevgera Jinên Ciwan a bajarê Helebê em êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakurê Kurdistanê şermezar dikin. Piştî ku AKP`ê di mezintirîn bajarên xwe de di hilbijartinên meclisa şaredariyan de bin ket û rastî derbeyeke siyasî hat, dest bi êrîşên leşkerî li ser Bakurê Iraqê li Xakurkê kir. Lê nikarî zêde li ber xwe bide, ji ber wê berê xwe da bakur û rojhilatê Firatê.

Dewleta Tirk ji 19`ê Tebaxê ve dest bi siyaseta girtin û qirkirina gelê Kurd li Bakurê Kurdistanê kir. Armanca wê ji vê yekê ku îradeya gelê Kurd bişikîne û binpêkirinên der barê wan de rewa bike.

Em wek Tevgera Jinên Ciwan êrîşên dewleta Tirk a dagirker şermezar dikin. Em soz didin ku em ê li kêleka gelê xwe heta bidestxistina azadiya wan bisekinin.”

Back to top button

Warning: Undefined array key "sessionIdVal" in /home/kongrastar/public_html/wp-content/themes/jannah/footer.php on line 27