Arşîv

‘Perwerde bingeha guhertin û veguhertinê ye’

KOBANÊ – Navenda Lêkolînên Zanista Jineolojiyê ya herêma Firatê perwerdeya amadekirina komisyonên zanista Jineolojiyê da destpêkirin. Beşdarvanên perwerdeyê gotin: “Wê civak bi riya pewerdeyên Jineolojiyê veguhere. Loma divê herî zêde jin têkoşîna vê yekê bikin.”

Navenda Lêkolînên Zanista Jineolojiyê ya herêma Firatê yekemîn perwerdeya amedekirina komisyonên dayîna Jineolojiyê da destpêkirin. Perwerdeya ku wê pênc rojan berdewam bike bi taybet ji bo hevserokên jin û rêveberiyên saziyan e. Waneyên ku dê werin dayîn wiha ne: Çima Jineolojî? Têgîna Jineolojiyê, Hevjiyana azad, Qadên Jineolojiyê û Xwezaya Jin û Mêr. Perwerde serê sibehê saet ji 08.30’an dest pê dike û heta 15.00’an dewam dike. Kesên ku beşdarî perwerdeyê dibin ji ajansa me re wiha nêrînên xwe anîn ziman.

‘Wê civak ji nû ve li ser koka xwe şîn bibe’

Hevseroka Desteya Temwînê ya herêma Firatê Ayşe Nasir diyar kir ku zanista Jineolojiyê deriyê sererastkirina dîrok û civakê ye û wiha got: “Jineolojî zanisteke berfireh e û hemû zanyaran di nava xwe de dihewîne. Loma ji bo naskirina vê zanistê pêwstiya me bi perwerdeyê heye, ji ber vê jî ez beşdar bûme. Ez dixwazim bi riya vê perwerdeyê xwe û dîroka xwe nas bikim. Berhemên niha di destên me de hemû ji aliyê jinan ve hatine afirandin, lê niha her tişt berovajî bûye û jin bûye navenda koledariyê. Loma di riya vê zanistê de em ê rol, misyon û cewherê jinê derxin pêş û civakeke wiha ava bikin ku ji nû ve li ser koka xwe şîn bibe.”

‘Jîneolojî sererastkirina hevsengiya civakê ye’

Her wiha Hevseroka Desteya Enerjiyê a li herêma Firatê Nisrîn Kenan wiha axivî: “Perwerde di civakê de û bi taybet ji bo jinan hîmê bingehîn û sereke ye. Zihniyeta baviksalarî ya civakê her tim keda jinan înkar kiriye, ji bo ku ev zihniyet were guhertin û li şûna wê felsefeyeke nû were rûniştandin pêwistî bi perwerdeyan heye. Zanista Jineolojîyê alternatîfa herî baş e. Em jî weke jin gelekî sûdê jê digirin. Em ê di riya van perwerdeyan û zanistê de hevsengiya civakê sererast bikin. Loma em bangewaziya hemû jinan dikin ku ew jî beşdarî perwerdeyan bibin. Xwe, nasname, dîroka xwe nas bikin, rast û bextewar bijîn.”

‘Jîneolojî zanista jiyanê ye’

Endama Komîteya Jîneolojiyê Raperîn Eldemir di derbarê armancên perwerdeyê de wiha axivî: “Perwerdeya me li ser bingehê amedekirina komsiyonên dayîna waneyên vê zanistê ye. Ji bo ev rêveberî bikaribin di nav saziya xwe, komîn, meclîs û akademiyan de perwerdeyan bidin. Ev zanist ya jiyanê ye, ne tenê ya zayendekî ye, lê belê bi nêrîn û mêjiyê jinê ye.”

Back to top button

Warning: Undefined array key "sessionIdVal" in /home/kongrastar/public_html/wp-content/themes/jannah/footer.php on line 27