Arşîv

Jinên ciwan li Şêx Meqsûdê kiryarên dewleta tirk şermezar kirin

HELEB – Jinên ciwan ên taxa Şêx Meqsûdê bi daxuyaniyekê êrîşên dewleta tirk ên li ser Bakurê Kurdistanê şermezar kirin.

Êrîşên dewleta tirk ên li ser gelê kurd her roj zêde dibin. Têkildarî êrîşan û tayinkirina qeyuman a li ser bajarê Mêrdîn, Amed û Wanê jinên ciwan ên taxa Şêx Meqsûdê bi daxuyanî dan.

Daxuyanî li pêşiya navenda ciwanan hat xwendin. Bi dehan jinên ciwan beşdar bûn. Daxuyanî ji aliyê rêveberiya jinên ciwan Bêrîvan hat xwendin.

‘Em piştigiriya demokrasiyê dikin’

Daxuyanî wiha ye: “Li ser navê Tevgera Jinên Ciwan ên Sûriyeyê li bajarê Helebê, em êrîşên li ser Bakurê Kurdistan şermezar dikin. Dewleta tirk êrîşî her çar parçeyên Kurdistanê dike. Di 19’ê Tebaxê de bi tayinkirina qeyûman derbeyek siyasî pêk hat. Ev polîtîkayên tunekirina îredaya gelê Bakurê Kurdistanê ye û dixwazin desthiletdariya xwe mîsoger bikin. Li hember van êrîşan gelê me li taxan û kolanan li berxwe dide û nerazîbûna xwe nîşan didin. Em jî weke jinên ciwan bertekên xwe li hemberî kiryarên hukmeta AKP-MHP nîşan didin. Em piştigiriya demokrasiyê dikin. Em ê li hember van êrîşan serî hildin.”

Daxuyanî bi dirûşmên “Bijî berxwedana Bakurê Kurdistanê”, “Bijî Serok Apo”, bi dawî bû .

Back to top button