Arşîv

Hejmara jinên li Şengalê serbixwe kar dikin zêde dibin

Jina bi navê Nofê Heso ji gundê Tilqeseb ya ser bi Şengalê ye û dayîka 9 zaroka ye. Di fermana 74 an de neçar maye ji xaka xwe koç bike û bi gelek zehmetiyan re rû bi rû maye. Lê Nofê li beramberî hemû zehmetiyan hêviyên xwe û baweriya xwe ya jiyanê wenda nekiriye. Piştî şengal ji çeteyên DAIŞ’ê tê rizgar kirin û şûnde berê xwe dide xaka pîroz a Şengalê.

Nofê bi vîneke bihêz bi israra xwe ya jiyanê, mîna ku ji hemû êşan û pêkanînên DAIŞ’ê tol bigre dest bi jiyana xwe ya nû dike. Lê ji ber ku hevserê wê jî nexweşe, hemû kar dikeve ser milê wê lê dîsa ew bi israr kar dike, Nofê Heso got; “Ruxmê hemû zehmetî û êşan li vira ez heme û jiyana xwe berdewam dikim. Zehmete lê li ser xaka xwe me ji vê xweştir tiştek din nîne.” Nofê bang li civaka naventewî û sazi dezgehên mafên mirovan kir piştgirya gelê Êzidî bikin û derfetên kar ji bona wan bidin ava kirin.

Nofê Heso tenê yek ji wan jinan e ku bi îradeya xwe dikare li ser lingê xwe raweste û debara malbata xwe bi keda xwe peyda bike ye. Bi dehan jin ruxmê hemû kêm derfetiyan jî karên serbixwe dikin û ji vê jî gelek kêfxweşin. Her wiha gelek saziyên jinan ên di bin sîwana TAJÊ de hene ji bona jinan bûne çavkaniya kar û xebatê. Gelek cîhên kar bi destê jina hatine avakirin û tena xwe kar didin meşandin. Piraniya xwe jin îro di karên cildirûn, nanpêjî, dikandarî yê de di qadên aborî de cihê xwe digrin.

Tevna Alîkariya Jina Êzidî jî di Hezîrana îsal de hate vekirin, ew jî li ser esasê pirgirêkên jina re bibe hêza çavkaniyê û di hemû qadên jiyanê de ji wan re deriyê kar û xebatê veke. Ev tevin ji ber ku hîn nû ye bi awayeke berfireh hîna kar û xebatê xwe nedaye meşandin lê ji bona jinên Êzidî bûye deriyeke hêviyê û bixwe baweriyê.

Diyare ku wê jina Ezidî bi buyîna xwedî hêz û îrade wê tola xwe roj bi roj ji êş û zehmetiyên fermanê rake.

Back to top button