Arşîv

SYPG hemleya ‘Li dijî dagirkeriyê azadiya xwe biparêze’ dest pê dike

KOBANÊ – Endama Jinên Komînîst ên Ciwanan a Saziya Yekîtî û Piştgiriya Gelan Destîna Serhed diyar kir ku ew ê li dijî gefên dewleta tirk hemleya bi navê “Li dijî dagirkeriyê azadiya xwe biparêze” dest pê bikin û got:”Heta em hebin em ê li dijî neheqî û êrîşên dijminên gelê Kurd bisekinin. Em destûrê nadin ku dijmin mafên me binpê bikin.”

Saziya Yekîtî û Piştgiriya Gelan (SYPG) li dijî gefên dewleta tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, ji bo parastina destkeftî û nirxên şoreşa Rojavayê Kurdistanê û xwedîderketina li mîrasa berxwedêran di 28’ê tebaxê de hemleya “Li dijî dagirkeriyê azadiya xwe biparêze” dide destpêkirin. Dê hemle îro ji Kantona Kobanê dest pê bike. Di çarçoveya destpêkirina hemleyê de, Endama Jinên Komînîst yên Ciwan a (SYPG) Destîna Serhed ji ajansa me re hemle û navaroka wê nirxand.

‘Dijminên me dixwazin ax û azadiya me dagir bikin’

Destîna di destpêkê de bal kişand ser gefên dewleta tirk û got: “Dewleta tirk a dagirkir gefxwarinên xwe yên li hember şoreşa Rojava, Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê berdewam dike. Şoreşa Rojava bi rastî, bi vîn û dîroka xwe temsîla pêşeroja gelê tevahî Rojhilata Navîn dike. Îro dewletên emperyalîst ên navneteweyî, hêzên herêmê yên paşverû û dagirker ji bo berjewendiyên xwe yên leşkerî, siyas û aborî dixwazin ax û azadiya me dagir bikin.”

‘Dewleta tirk pilanên dagirkeriyê berferehtir dike’

Destînayê axaftina xwe domand û wiha got: “Di serî de dewleta tirk a dagirker bi piştgiriya hêzên weke Rûsya, Îran û hêzên cuda bi pêkanîna hevpeymanên cur be cur piştî Cerablûs, Ezaz, El Bab û Efrînê niha jî dixwaze hemû Bakurê Sûriyeyê dagir bike. Dewleta Tirk bi hedefgirtina Rojava, Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dixwaze îradeya gelê kurd tune bike û bişkîne. Îro êrîşa dagirkeriyê ku bi destên dewleta tirk û hevkariya KDP’ê li Başûrê Kurdistanê tê berfirehkirin, berdewamiya vê siyastê ye.”

‘Em bi hêza xwe ya rêxistinî û xweparastinê şoreşa xwe biparêzin’

Endama Jinên Komînîst ên Ciwan Destîna Serhed destnîşan kir ku hemû hêz li gor berjewendiyên xwe piştgiriyê dide polîtîkayên dewleta tirk, lê ya girîng îradeya gel e û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Hebûna hêzên emperyalîst ên navneteweyî jî tenê ji bo berjewendiyên xwe ne. Ew hêz di dema dagirkirina Efrînê de de çawa bê deng man, îro jî li gor berjewendiyên xwe tev digerin. Bangawaziya me ji hemû gelên me re ew e ku li dijî vê dagirkeriyê bê deng nemînin. Em bi hêza xwe ya rêxstinkirî, xweparastin û rêxistinên civakî dikarin pêşeroja xwe biparêzin. Em bi rihê berxwedana Kobanê, Serêkanî, Girê Spî, Minbic, Reqa û Dêrezorê ji bo xwedîderketina li pêşeroja zarokên xwe, destkeftiyên şoreşa jinê, mîrasa şehîdan, ziman, çand, dîrok, rûmet û şikandina dagirkeriyê, azadiya xwe pibarêzin.”

Back to top button