Arşîv

‘Yekbûna gelan dê tecrîd û gefan têk bibe’

ŞEHBA – Endama Komîteya Perwerde ya Meclîsa Herêma Efrînê Zelox Bekir, derbarê tecrîd, pêvajoya heyî û gefên dewleta tirk de nirxandin kir û got: “Em ê weke saziyên civakî bangewaziya Rêber Apo ya ji bo rawestandina şer û destpêkirina pêvajoya aşîtiyê bingeh bigirin.”

Tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan didome. Endama Komîteya Perwerde ya Meclîsa Herêma Efrînê Zelox Bekir, derbarê tecrîd, pêvajoya heyî û gefên dewleta tirk de nirxandin kir. Zeloxê diyar kir ku tecrîd bandorek neyînî di heman demê de li pêvajoya heyî jî dike û wiha got:”Ji ber ku tecrîd her dem pêşî li çareseriya aloziyan digire divê bi dawî bibe. Ji bo pêvajoyek aştiyê pêwist e tecrîd û gefên dewleta tirk ji holê rabin.”

‘Heta ku êrîş û gef bidomin dê aştî pêk neyê’

Zeloxê bal kişand ser tecrîda girankirî ya li Îmraliyê û wiha domand: “Ev 20 sal in li grava Îmraliyê li ser Rêberê me tecrîd heye. Her çendî dem dem hevdîtin hebin jî bi giştî tecrîd berdewam dike. 8 sal in tecrîda giran didome. Li gel helwesta dewletê ya qirker jî tim Serok Apo banga aştiyê dike. Dewleta Tirk berovajî vê yekê êrîş û gefên xwe yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê berdewam dike. Heta ku êrîş û gef bidomin dê aştî pêk neyê.”

‘Gel her têdikoşe û ew ê têkoşîn bidome’

Zeloxê wiha dewam kir: “Dewleta tirk her dem êrîş û gefên xwe li ser hemû aliyên Kurdistanê berdewam dike. Ji bo wan her devera kurd lê dijîn telûke tê dîtin û divê êrîş bikin. Piştî dagirkirina Efrînê niyeta dewleta tirk a îmhayê hîn zêdetir zelal hat dîtin. Niha jî dixwaze li ser Rojhilatê Firatê projeya Netewa Demokratîk a gelan têk bibe. Li dijî gefên dewleta tirk welatî li axa xwe xwedî derdikevin û li ser piyan in. Bi çalakiyên cihêreng bertekên xwe nîşan didin. Gel her têdikoşe û ew ê têkoşîn bidome.”

‘Yekbûna gelan dê tecrîd û gefan têk bibe’

Zeloxê di heman demê de bêdengiya cîhanî ya li djî gefan rexne kir û wiha domand: “Li hember gefên AKP/MHP’ê û gotinên wan ên weke: ‘Em ê Rojhilatê Firatê bişewitînin’ raya giştiya cîhanê bêdeng dimîne. Dewletên Navnetewî bi bêdengiya xwe rê li hember siyaseta dewleta tirk vedike û piştgiriyê dide. Yekbûna gelan li herêmê, wê bibe bersiva herî mezin a li dijî dagirkeriya dewleta tirk û hevkarên wê. Yekbûna gelan dê tecrîd û gefan têk bibe.”

‘Çareseriya aloziya Sûriyeyê bi pêşniyarên Ocalan pêkan e’

Zeloxê bal kişand ser nirxandinên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ên di hevdîtina dawiyê de derketî pêş û wiha dom kir: “Rêber Apo di hevdîtina dawiyê de dibêje: ‘Ger dewlet amade be ez dikarim di nava hefteyekê de dawiyê li şer bînim, îhtimala şer ji holê rakim.’ Em bi hêvî ne guh bidin bangewaziya Serok Apo û di vê qeyranê de çareseriyê bingeh bigirin. Dewleta tirk bi rêya kuştin, dagirkirin û êrîşan nikare bigihêje armanca xwe. Her diçe vîna me ya li parastina ax û rûmetê mezin dibe. Em ê rê nedin ew bi rehetî bên bikevin axa me. Em ê weke saziyên civakî bangewaziya Rêber Apo a ji bo rawestandina şer û destpêkirina pêvajoya aşîtiyê bingeh bigirin. Ji ber ku tecrîd her dem pêşî li çareseriya aloziyan digire divê bi dawî bibe. Ji bo pêvajoyek aştiyê pêwist e tecrîd û gefên dewleta tirk ji holê rabin.”

Back to top button