Arşîv

Li Minbicê jin li bedewiya bajêr xwedî derdikevin

Pêngava çandina daran bi armanca aktîfkirina rola jinan di qada xizmetguzariyê de, xemilandina bajêr bi dar û kulîlkan, her wiha hîn zêdetir beşdarî pêngavên paqijkirinê, çandina dar û kulîlkan bibe, kete meriyetê.

Li ser vî esasî jinan ji çerxerêya rojavayê bajêr dest bi çandina dar û kulîlkan kir û heta gihaştin çerxerêya El-Sefîna ya naverasta bajêr. Xebatkarên jin ên Komîteya Şaredariyan 100 dar û kulîlk çandin.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku jinên xebatkar ên di komîteya şaredariyên Şaredariya Gel de, berê jî li Çerxerêya Jinê ya rojhilatê bajêr, di 4`ê Nîsanê de li Baxçeyê Rêber Apo û li ser rêya Cerablusê jî dar çandibûn, her wiha di meha Sibata îsal de dest bi pêngava paqijiya taxên bajêr kiribû.

Back to top button

Warning: Undefined array key "sessionIdVal" in /home/kongrastar/public_html/wp-content/themes/jannah/footer.php on line 27