Arşîv

Evîn Cûma: Desteserkirina şaredariyan li dijî qanûnên navdewletî ye

Desthilata Tirkiyê di 19’ê Tebaxê de 3 şaredariyên li Amed, Wan û Mêrdînê desteser kirin. Li dijî desteserkirina şaredariyan gelek çalakiyên nerazîbûnê li dar ketin. Dewleta Tirk bi tundî mudaxeleya çalakiyan kir û gelek kes destgîr kirin.

Hevseroka Rêxistina Mafên Mirovan a Herêma Cizîrê Evîn Cûma diyar kir ku ew rûdanên li Bakurê Kurdistanê dişopînin û wiha axivî: “Hevserokên şaredariyên gel li Bakurê Kurdistanê bi awayekî demokratîk hatin hilbijartin û gel vîna xwe di hilbijartinan de raber kir.”

Evîn Cûma îşaret pê kir ku demokrasiya li Bakurê Kurdistanê di hilbijartinan de pêk hatiye li rihetiya AKP’ê nehat û biryara desteserkirina şaredariyên Amed, Wan û Mêrdînê derxist. Di vê derbarê de Evîn wiha anî ziman: “Ev kiryar ne rewa û li dijî hemû qanûnên navdewletî yên birêxistinkirina jiyana civakê û demokrasiyê ye. Ji ber ku bi awayekî demokratîk hatin hilbijartin. Dûrxistina hevserokên şaredariyan bi hincetên derew, binpêkirina qanûnên hundirîn û navdewletî ye.”

‘Tirkiye kiryarên îxanetê li hember mafên jinan dike’

Evîn Cûma diyar kir ku tişta bi mafên gelê Bakurê Kurdistanê de tê, armanc jê şikandina vîna namzetan e û wiha pê de çû: “Bi taybet, kiryarên binpêkirinên mafên jinan de mîna lêdan, destdirêjî û destgîrkirin, pêk tên. Ji ber ku jinan şikandina vîn û îradeyê red kir û nerazîbûna xwe der barê bûyerên bi mafên gel de pêk tên, nîşan da.”

Hevseroka Rêxistina Mafên Mirovan a Herêma Cizîrê Evîn Cûma bang li NY’yê û tevahî kesên bi hiqûqên mirovahiyê bang dikin kir ku bergiriyên tund ji van kiryaran re pêk bînin, da ku xebata demokrasiyê li Tirkiyê bimeşe. Her wiha banga rawestandina binpêkirinên der barê jinan de pêk tê, kir.

Li dawiyê hevseroka Rêxistina Mafên Mirovan a Herêma Cizîrê diyar kir ku divê civaka navdewletî sînorekî ji dîktatoriya dewleta Tirk re deyne.

Back to top button