Arşîv

‘Wê bi destên jinên kurd dawî li faşîzmê bê’

ŞEHBA – Jinên Efrînê yên li Şehbayê bi cih bûne, nerazîbûnên xwe li hember tayînkirina qeyûman ên li şaredariyên bajarên Amed, Mêrdîn û Wanê nîşan dan û gotin: “Em dagirkirina şaredariyan şermezar dikin û qebûl nakin. Dawiya faşîzma dewleta tirk wê bi destê jinên kurd bê.”

Di 19’ê tebaxê de ji aliyê îktidara AKP – MHP’ê ve qeyûm tayînî ser şaredariyên bajarên Wan, Amed û Mêrdînê hat kirin. Têkildarî mijarê jinên Efrînê nerînên xwe anîn ziman.

‘Ji bo veşartina aloziya Tirkiyeyê, êrîşî destkeftiyên gel dikin’

Nîhal Îsa di destpêka axaftina xwe de da zanîn ku dewleta tirk di hemû qadan de aloziyekê dijî, loma êrîşî destkeftiyên gelê kurd ên Bakurê Kurdistanê tê kirin û wiha domand: “Dewleta Tirk di qadên hundirîn de aloziyêkên mezin dijî û bi êrîşên destkeftiyên gelê kurd dixwaze aloziya xwe veşêre. Loma qeyûm tayîn dikin û êrîşî îradeya gel dikin. Em vê yekê qebûl nakin. Me dît jinên Bakurê Kurdistanê li hember gef û êrîşên li dijî mirovahiyê serî hildan û daketin kolanan. Em jî jinên Efrînê piştgiriyê didin gelê Bakur û bi taybet jinan. Em ê dengê xwe li dijî faşîzmê bilind bikin. Serkeftin ew ê ya gelê kurd be.”

‘Êrîşên dewleta tirk îradeya jinê hedef digire’

Her wiha endama Kongreya Star a Herêma Efrînê Guneh Mihemed anî ziman ku êrîşên dewleta tirk rol û îradeya jina kurd hedef digire û wiha pêde çû: “Ji dîrokê heta roja îro her dem êrîşên ser gelê kurd îradeya jinê armanca dijmin e. Tevî êrîşan dayikên qehreman ên Bakurê Kurdistanê berxwedana xwe li dijî dagirkeriyê û faşîzmê didomînin. Jina kurd ji cîhanê re bû mînak a berxedan û serhildanê. Em jinên Efrînê li hemberî kiryarên dewleta tirk têkoşîna xwe mezintir bikin.”

‘Em ê her dem li her derê têkoşîna xwe ya li dijî faşîzmê û zilmê bidomînin’

Hesna Hesen jî wiha got: “Em jinên Efrînê qebûl nakin ku dewleta tirk qeyûmên xwe li şûna hevserokên şaredariyê 3 bajarên gelê kurd li Bakurê Kurdistanê bi cih bike. Em jinên Kurd in û dawiya faşîzma Erdogan wê bi destê me bê. Berxwedan wê bi ser bikeve û dagirkerî têk biçe. Em ê her dem li her derê têkoşîna xwe ya li dijî faşîzmê û zilmê bidomînin. Wê bi destên jinên kurd dawî li faşîzmê bê.”

Back to top button