Arşîv

Jinên li Şamê ew ê piştgiriyê bidin hemleya çalakiya Kongreya Star

ŞAM – Jinên li Şamê ragihandin ku ew ê piştgiriyê bidin hemleya Kongreya Star a bi dirûşma “Axa xwe û rûmeta xwe biparêze dawî li dagirkeriya DAÎŞ’ê bîne” hatiye destpêkirin.

Li Şamê jinan bi daxuyaniya ku dan diyar kirin ku ew ê piştgiriyê bidin hemleya Kongreya Star a bi dirûşma “Axa xwe û rûmeta xwe biparêze dawî li dagirkeriya DAÎŞ’ê bîne” hatiye destpêkirin. Gelek jin beşdarî daxuyaniya ku li Kuçeya Zorava ya Şamê hat dayin, bûn.

‘Doza azadiya jinan, ji dozên bingehîn in’

Daxuyanî wiha ye:”Doza azadiya jinan , ji dozên bingehîn in ku civakên me azaran ji dest dikişîne û hê jî li benda çareseriyê ye. Ji wê jî zêdetir pirsgirêkên nijadperestî di navbera her du zayendan de bi xwe re felca civakê tîne. Ji ber ku jin bingeha avakirina civaka azad û demokratîk e û bêyî wê civak nayê rizgarkirin.

Jinên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dest birêxistinkirina xwe di hemû aliyên jiyanê de kirine. Li dijî tevahî cureyên tundî yên ji hêla zihniyeta desthilatdarî û êlan ve li ser pêk dihatin ku ew xistibûn girtîgeha mirinê, li ber xwe dan. Lê belê divê jin di vê astê de nesekine. Divê berxwedan û vîna xwe heta temamkirina şoreşê zêde bike. Ji ber pir jin hene hê jî rastî tundiyê tên. Gelek jin jî li Efrînê di bin kevneşopî û binpêkirinên Tirkiye û çeteyên de ne.

Em jin, divê bi destekî li hember zihniyeta desthilatdariyê ku nijadperestiyê di nava her du zanyendan de xwedî dike, bisekinin. Her wiha divê asta fikrî û civakî pêş bixin. Li ser vê bingehê banga me ji tevahî jinan re ew e ku tevli hemleya ku Kongre Star dest pê kiriye, bibin.”

Daxuyanî bi dirûşman bi dawî bû.

Back to top button