Arşîv

‘Jin bi vîna xwe dikare li dijî hişmendiya baviksalarî raweste’

ŞEHBA – Hûriyê Dehan a ji Kantona Şehbayê ye û li dijî zihniyeta baviksalarî di komînan de têkoşîna jiyanê dide got: “Jin bi vîna xwe dikare li hember hişmendiya baviksalarî raweste. Divê jin di her qada jiyanê de çalak be û di nava çar dîwaran de asê nemînin.”

Hûriyê Dehan a 52 salî ya ji Kantona Şehbayê ya Herêma Efrînê ye 8 salan ji axa xwe dûr jiyaye. Hûriyê ya di 2017’an de vegeriya warê xwe yê bi salan dibin mêtîngeriya çeteyan de mayî peywir girt û di komîna taxê de dixebite. Hûriyê da zanîn ku ew ê carek din axa xwe neterikîne û ji bo xizmeta axa xwe çi pêwist be ew ê bike.

‘Ez bûm qurbana zewaca di temenê biçûk de’

Hûriyê diyar kir ku jin çiqas di nava kar û xebatan de cihên xwe bigirin ew ê civak ewqas pêş bikeve û wiha got: “Dema zarok bûm meyîla min a xwendinê pir bû. Min heta pola pêncan xwend. 14 salî bûm, li gorî kevnşopiyên civakê hatim zewicandin, bûm xwedî malbat. Fikira min ser zewacê qet tune bû, bi kevnşopiyên civakî re ez bûm qurbana zewaca di temenê biçûk de. Min êşa vê yekê kişand lê ez naxwazim kesekî din bikşîne. Bila jin di nava xebatan de cihê xwe bigirin û li dijî zewaca di temenê biçûk de li berxwe bidin.”

‘Me her dem doza gundê xwe dikir’

Hûriyê di derbarê kiryarên kirêt ên çeteyan de jî ev nirxandin kir: “Di 2013’an de komên çeteyan Kantona Şehbayê dagir kirin. Kiryarên dijmirovî yên ji çeteyan ên li ser gel û taybet jî li ser jinan dihat meşandin hîn zêdetir bêhna min teng dikir. Nêzî salekê em di bin dagirkeriya komên çeteyan de man. Ji ber êdî me nedikarî nefesê bigirin em ji gundê xwe derketin. Me her dem doza gundê xwe dikir.”

‘Piştî 8 salên koçberiyê em vegereriyan warê xwe’

Hûriyê diyar kir ku nêzî 8 salan ji mal û milkên xwe dûr ketiye û bi rizgarkirina Kantona Şehbayê re vegeriyane warê xwe û wiha dom kir: “Di sala 2017’an de Şehba ji komên çeteyan hat rizgarikirin û gel vegeriyan ser warên xwe. Em jî di wê demê vegeriyan cihê xwe. Li dijî çeteyan û dagirkeran em jin divê her dem di nava têkoşînê de bin. Ji bo em welatê xwe li ser piya bisekinîn divê her dem em di nava kar û xebatan de cihê xwe bigirin.”

‘Divê jin di nava çar dîwaran de asê nemînin’

Hûriyê ya ku di komînê de peywirdar e bal kişand ser xebatên nava taxan û wiha pê de çû: “Piştî rizgarkirina Şehbayê û avakirina meclîs û komînan ên di hundir Kantonê de, bi rêya hilbijartinê 2 sal in, min cihê xwe di komîna Şehîd Mazlûm de girtiye. Bi rêya komînê ez ji kevnşopiyên civakê yên ku nahêlin jin zane bibin derketim û niha baştir xwe nas dikim. Banga min ji hemû jinên Şehbayê re heye ku ji malê derkevin û bibin xwedî vîn. Divê jin di nava çar dîwaran de asê nemînin. Jin bi vîna xwe dikare li hember hişmendiya baviksalarî raweste.”

Back to top button