Arşîv

‘Şehîd findên ku şevên tarî ronîkire’

HESEKÊ – Li navçeya Til Temirê bi merasîmekê 27 lehengên azadiyê hatin bibîranîn. Di merasîmê de jinan nêrînên xwe anî ziman û gotin: “Divê em bi hev re asta têkoşînê mezin bikin.”

Bi pêşengtiya Meclîsa Malbatên Şehîdan, li saziya Malbatên Şehîdan a Navçeya Til Temirê, merasîma bîranîna 27 lehengên azadiyê ku di salên cûda de hemberî terora DAIŞ’ê li ber xwe dabûn û jiyana xwe ji dest dabun hat lidarxistin. Merasîm bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Endama Meclîsa Malbatên Şehîdan Hûda El-Lişlaş di merasîmê de axivî.

Hûda, di axaftina xwe de diyar kir ku şervanên azadiyê mohra xwe li dîrokê dan û wiha got: “Wekî gotina Îvana Efrîqî ‘sînor nikare min ji Rojava dûrbixe’, tevlî şoreşê bû û di oxira wê de tevlî karwanên azadiyê bû. Navê xwe li dîrokê nivîsand, Îvana bû sembola jina berxwedêr. Gotinên Ferhadê Kurd, Ehmedê Ereb û Curcê Aşûrî ‘Mafê me jî di vê axê de heye ku em wê biparêzin û hebûna xwe tê de îsbat bikin’, li ber xwe dan heya ku bi xwîna xwe ya zelal, axa Til Temir avdan. Ev şoreş pir girane divê hemû gel li gorî giraniya wê asta têkoşîn û berxwedanê bilind bikin.”

‘Şehîd findê ku şevên tarî ronîkirin’

Endama Meclîsa Malbatên Şehîdên Xabûrê Cemîla Kako jî şehîdên azadiyê bibîr anîn û wiha pêde çû: “Çemê Xabûr tucarî jibîr nake ku xwişk û birayê wê yê Kurd, Ereb û Efrîqî hebûn ku xaka wan parastin û ew ji komkujiyan xilas kirin. Şehîd ew findê ku şevên tarî ronîkirin. Da ku em xewin û xeyalên têkoşerên azadiyê pêk bînin, divê em polîtîkayên li dijî herêmên me tê meşandin baş bixwînin û fêm bikin.”

‘Em bi hev re têkoşînê bilind bikin’

Fermandarê Yekîneyên Parastina Gel(YPG) Firat Partî di axaftina xwe polîtîkayên Tirkiyê anî ziman û wiha dom kir: “Dewleta Tirk ji dest pêka Şoreşa Rojava de dijminahiya gelê Herêmê ku di bin sîwana felsefeya Netewa Demokratîk, xwebirêxistinkiri, dike. Dilê dayik, hevjin û xwişkên rêhevalên me yê têkoşerên azadiyê pir rondik barandin, da ku em êşa dayikên xwe kêm bikin, bi şev û roj em dixebitin. Me êrîşî sînorê Tirkiyê nekiriye, ew ji me çi dixwaze?. Da ku careke din çavên dayikên me negirîn û dilê hevjinên rêhevalên me yê şehîd neşewitin, divê em bi hev re asta têkoşînê mezin bikin.”

Back to top button