Arşîv

Li Mexmûrê Konferansa Çand û Hunerê

MEXMÛR – Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) bi dirûşmeya ‘Rabe ser xwe, çanda xwe ya resen bi parêze, faşîzmê têk bibe’ 5’emîn Konferansa Çand û Hunerê ya Mexmûrê îro pêk hat.

Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) bi dirûşmeya ‘Rabe ser xwe, çanda xwe ya resen bi parêze û faşîzmê têk bibe’ 5’emîn Konferansa Çand û Hunerê ya Mexmûrê dest pê kir. Konfersan bi beşdarbûna 100 delegeyan dest pê kir. Axaftina vekirinê ji aliyê Hevseroka Meclîsa Gel a Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) Filîz Budak ve hat kirin.

Filîz, di destpêkê bal kişand ser polîtîkayên asîmîlasyonê û wiha dest bi axaftina xwe kir: “Ji bo ku em çanda xwe ji asîmîlasyona faşîst biparêzin, divê ku em bingehê çanda xwe bidin xûrt kirin. Ji ber ku çand bingehê civaka demokratîk e. Ger ku çanda me bê tune kirin ev tê wê wateyê nasname, dîrok û hebûna ku mirovahiyê dayî avakirin tê winda kirin. Ji bo vê yekê jî divê ku em beriya her tiştî ji hemû êrîşên ku li ser çanda me tên, bi parastinekî civakî û xwezayî xwedî li çanda xwe derkevin.”

Fîlîz, qala konferansê kir û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Em dubare Konferansa Çand û Hûnerê a Mexmûrê li tevahî mêhvan, delege û şagirtinên şehîdên çandê pîroz dikin. Em hêvîdarin ku ev konferans bibe wesîleya parastina çanda xwezayî ji hemû êrîşên faşîstan û bibe wesîleya azadiya tevahî nirxên çandî yên Gelê Kurd.”

Konferans bi xwendina perspektîf û rewşa siyasî dom kir. Her wiha konferans dê 2 rojan bidome.

Back to top button