Arşîv

‘Çand beden e, bedena xwe biparêzin’

ŞEHBA – Keça bi navê Rûzîn Cengîz Dodo ya ji Efrînê û li Şehbayê bi cih bûye, bi helbestên xwe hest û ramanên xwe yên li hember dagirkeriyê dide nîşandan. Rûzînê got: “Em bi rêya nivîsandina helbestan berxwedana gel ji cîhanê re nîşan bidin.”

Rûzîn Cengîz Dodo 13 salî ye û ji navçeya Reco ya Efrînê ye. Rûzînê piştî êrîşên li ser Efrînê neçar ma bi malbata xwe re koçberî Şehbayê bibin û li gundê Babinêsê bibin. Rûzînê gelek di bin bandora êrîşên li ser Efrînê maye û ji ber derketina ji Efrînê gelek xemgîn e. Ew xemgîniya xwe bi rêya helbestan parve dike.

‘Çand bedena mirova ye, divê em xwedî li bedena xwe derkevin’

Rûzînê di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser jiyana xwe ya li Efrînê ya aram û wiha got:”Em gelê Efrînê jiyanek aram dijiyan. Piştî şoreşa Rojava gelê Efrînê çand û hunera xwe bêhtir nas kirin. Em weke zarokên Efrînê di navendên çandê de kar û xebatên xwe dimeşînin. Çand bedena mirova ye, divê em xwedî li bedena xwe derkevin.”

‘Dewleta tirk dibistan û xeyalên me hilweşand’

Rûzînê diyar kir ku zimanê dayîkê hebûna mirovan e divê xwedî li ziman bê derketin û wiha domand: “Min nêzî 2 salan bi zimanê Erebî dixwend, lê piştî zimanê kurdî di dibistanan de hat dayîn, min biryar da ku ez bi zimanê dayîkê bixwînim. Lê dewleta tirk êrîşî dibistanan kir û xeyalên me jî hilweşand. Di 18’Adarê de piştî 58 rojê berxwedana gel a Efrînê gel koçber bûn û berxwedana xwe li Şehbayê domandin. Gel dîmenê dema ji Efrînê derdiketin ji bîr nake. Li Şehbayê gelê berxwedêr careke din berxwedana xwe domandin û teslîmkarî qebûl nekirin. Zarok û mamoste bi hev re dibistan carek din ava kirin. Ji bo em ji xwendina xwe qut nebin.”

‘Bi hêviya helbestên xwe ser axa Efrînê binivîsim’

Di dawiya axaftina xwe de Rûzînê wiha got:”Piştî derketina wan ji Efrînê bi rêya nivîsandina helbestan xwest êş û berxwedana gelê kurd derxîne holê û ji cîhanê re bide nîşan ku gelê Efrînê teslîmkariyê qet qebûl nakin. Hemû helbestên xwe diyarî gelê berxwedêr û Rêber Abdullah Ocalan ên li ser fikir û felsefeya wî xwe perwerde dikin, dikim. Bi hêviya helbestên xwe li ser xaka Efrînê binivîsim.”

Back to top button