Arşîv

`Tirkiye dixwaze hemû herêman parçe bike`

Ji bo şermezarkirina gefên dewlet Tirk ên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, endamên Şaredariya Gel a taxa Şêxmeqsûd a Helebê di çarçoveya hemleya Kongreya Star a bi dirûşma “Parastina xak û rûmeta xwe bikin û dagirker û DAIŞ`ê têk bibin” daxuyaniyek da.

Daxuyanî li pêşiya navenda Şaredariya Gel ji aliyê endama şaredariyê Fadiye Şêx Îsa ve hate xwendin, daxuyanî wiha ye:

“Dewleta Tirk ev çend sal e hevpeymanan bi hemû aliyan re çêdike û xêrê ji Kurdan re naxwaze, bi rêya siyaseta xwe ya dagirker li herêmê dixwaze derbeyê li ewlehiyê bixe û alîkariyên leşkerî bişîne sînor, her wiha gefên wê ji herêma Til Rifetê re ku bi hezaran koçberên Efrînê lê ne, berdewama siyaseta dagirker e.

Dewleta Tirk dixwaze herêman parçe bike û nakokiyan çêke, bi vê yekê armancên xwe li ser hesabê gelan pêk tîne, ev siyaseta tolhildanê ji dewleta Tirk û hewldana derxistina nakokiyan li herêmê dê pirsgirêkên mezin li hundirê Tirkiyê çêke.

Diyalog rêya herî rast a çareseriyê ye, lê em tu caran kiryarên Tirkiyê li Sûriyê û dagirkirina wê ji herêmên Sûriyê re û gefên wê ji herêm û gelê me re qebûl nakin.”

Her wiha jinên endamên Şaredariya Gel êrîşên dewleta Tirk ên li Sûriyê şermezar kirin û bang li hemû jinên cîhanê û dewletên cîhanê kir ku destwerdanê bikin û dawî li azarên gelê Efrînê bînin.

Back to top button