Arşîv

Xebatkarên jin ên şaredariyan gefên dewleta Tirk şermezar kirin

Kongreya Star 8`ê Tîrmehê bi dirûşma “Xak û rûmeta xwe biparêzin û dagirkeriyê û DAIŞ`ê têk bibin” bi armanca şermezarkirina gefên dewleta Tirk ên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û terorê, dest bi pêngavekê kir. Di pêngavê de gelek çalakî hatin lidarxistin. Ji wan daxuyaniyên cuda ku li tevahî kantonê hatin dayîn, civîn û xwepêşandanên girseyî bi tevlêbûna jinên kantonê hatin lidarxistin.

Daxuyahî ji aliyê hevseroka Şaredariya Gel a Girê Spî Zerîfa Mewas ve li pêşiya avahiya şaredariyê hat xwendin.

Di daxuyaniyê de ev tişt hat gotin: “Gelê me li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji destpêka Şoreşa 19`ê Tîrmehê ve ji aliyê komên îslamî yên radîkal rastî provokasyonê hatin û paşê ji aliyê çeteyên DAIŞ`ê ve tevlihevî di navbera gelên herêmê de derxistin û ji bo destkeftiyên şoreşa me tevlihevî derxistin. Her tim jî dewleta Tirk a faşîst destdirêjî dikir.

Em wek xebatkarên jin ên şaredariyan gefên dewleta Tirk li dijî xaka me ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê her wiha dagirkirina wê ji herêmên Efrîn, Bab û Cerablus û binpêkirin wê, şermezar dikin.

Em bang li Neteweyên Yekbûyî, dewletên peywendîdar û hemû saziyên civaka sivîl dikin ku erkên xwe yên exlaqî û mirovî li hember destwerdanên Tirkiyê û tevliheviya ku dixwaze li herêmê derxe, pêk bînin.

Em binpêkinên azadiyê li Bakurê Kurdistanê ku rewşa demokrasiyê li di ji kar dûrxistina hevşaredarên Amed, Merdîn û Wanê şermezar dikin. Em wek xebatkarên jin ên şaredariyan û hemû jinên saziyan em ê li hember gefên dewleta Tirk bi hemû şêwazan bisekinin û em ê parastina destkeftiyên şoreşa xwe bikin.”

Back to top button