Arşîv

Li Kampa Berxwedanê şahiyek ji bo zarokan hat lidarxistin

ŞEHBA – Tevgera Çand û Hunerê ya Herêma Efrînê li Kampa Berxwedan a Şehbayê ji bo başkirina moralên zarokên kampê, şahiyek li qada Kampa Berxwedanê li dar xist.

Tevgera Çand û Hunerê ya Kampa Berxwedanê şahiyek ji bo zarokan li kampa Berxwedanê li dar xist. Bi tevlîbûna zarokên kampê û malbetên zarokan şahî hat lidarxsitin. Qad bi wêneyen Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hat xemilandin.

Şahî bi deqeyek rêzgirtin ji bo tevahî cangoriyên azadiyê dest pê kir. Paşê axaftin hat kirin. Di axaftinê de şahî li Abdullah Ocalan hat pîrozkirin û wiha hat gotin:” Gelê Efrînê li ku dibe bila bibe wê xwedî li çanda xwe derkeve.”

Piştre Koma Zarokan a Stranan û Koma Kulîlkên Efrînê ya Govendê hunerên xwe pêşkêş kirin. Têkildarî mijarê zarokên ku beşdarî şahiyê bûne nêrînên xwe bi me re parve kirin.

‘Em ji kesekî natirsin em ê xwedî li çanda xwe derkevin’

Zaroka bi navê Hêva Muhemed kêfxweşiya xwe anî ziman û got: “Em bi darxistina vê şahiyê pir kêfxweş bûn. Bila dewleta tirk nefikire em zarok ditirsin. Em ji kesekî natirsin em ê xwedî li çanda xwe derkevin. Em spasiya kesên li vê çand û hunerê xwedî derdikevin dikin.”

‘Ji bo geşkirina moralên zarokan em her tim amade ne’

Her wiha endama Çand û Hunerê ya Koma Govendê Xalîde Ehmed wiha got: “Weke çand û huner a Kampa Berxwedan bi şahiyekê hem moralê zarokan baş bû hem jî ev ji bo pêşketina çand û hunerê girîng e. Her tim dijmin dixwaze me ji çanda me qut bike. Lê em weke zarokên Efrînê tu carî ji çanda xwe qut nabin.”

‘Em ê her tim çanda xwe zindî bikin’

Sîdra Ebdo jî hestên xwe anî ziman û got: “Dewleta tirk em ji Efrînê koçber kir ji bo tunekirin çanda me, lê em li Şehbayê her tim çanda xwe diparêzin. Em ê bi stran, şano û govendên xwe her dem çanda xwe zindî bikin û bi pêş bixin.”

Back to top button

Warning: Undefined array key "sessionIdVal" in /home/kongrastar/public_html/wp-content/themes/jannah/footer.php on line 27