Arşîv

Jinên Efrînê: Em ê axa xwe ji dagirkeran biparêzin

ŞEHBA – Jinên navçeya Şêrewa yên herêma Efrînê li dijî kiryar û êrîşên dewleta tirk ên li ser Efrînê bertek nîşan û gotin: “Em ê jin parastina gund û welatê xwe bikin û rê nedin dewleta tirk ku vîna me biçewisîne.”

Êrîşên dewleta tirk û komên girêdayî wê yên li ser Efrînê û gundên wê didomin. Dewleta tirk û komên girêdayî wê di demên dawî de êrîşên xwe yên li ser Navçeya Şêrewayê û gundên wê zêde kiriye. Têkildarî mijarê jinên navçeya Şêrawa nêrînên xwe anîn ziman. Jinan gotin:”Em ê axa xwe ji dagirkeran biparêzin.”

‘Em naxwazin dagirker li ser axa me bimînin’

Jina bi navê Henîfa Cuma ya ji navçeya Şêrawayê êrîşên dewleta tirk şermezar kir û ev tişt got: “Dewleta tirk nêzî 150 opîsan gundên me topbaran kir. Tevî wê jî em ji malên xwe derneketin, da ku em ji dewleta tirk re bidin diyarkirin ku em ji hovîtiya wan na tirsin. Xwesteka me em li ser axa xwe azad bijîn û dagirkerî li ser axa me nemîne.”

‘Em ê jin parastina gundê xwe bikin’

Jina bi navê Aytan Memo ya ji şêniyên gundê Saxûnekê ye nêrînên xwe yên li dijî êrîşan wiha anî ziman: “Îro dîsa îradeye gelê kurd tê hedefgirtin. Em her roj bi êrîşan re rû bi rû dimînin, lê tu helwestên ku van êrîşan rawestînin tune ye. Em ê jin parastina gundê xwe bikin û li dijî dewleta tirk têbikoşin.”

‘Divê êrîş werin rawestandin’

Jina bi navê Eliye Memo ya ji gundê Beradiye jî helwesta xwe li dijî êrîşan nîşan da û got: “Êdî bes e ji zilim û zoriyê re. Divê helwestên cidî werin nîşandan. Heta niha gelê me zehmetiyan dijîn. Gelê Efrînê ji warê xwe hatin koçkirin. Rêxistinên parastina mafên mirovan li hember Tirkiyê bêdeng e. Em dixwazin edaleta cîhanî were pêkanîn û dewleta tirk ji axa me derkeve. Em ê jin parastina gund û welatê xwe bikin û rê nedin dewleta tirk ku vîna me biçewisîne. Em ê axa xwe ji dagirkeran biparêzin.”

Back to top button