Arşîv

Hemleya Kongreya Star li Kobanê dewam dike

KOBANÊ – Di çarçoveya rêzeçalakiyên hemleya Kongreya Star ya li dijî gef û êrîşên dewleta tirk ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de, Meclisa Edaletê ya Jinê li Kantona Kobanê daxuyaniyeke çapemeniyê da.

Rêxistina Kongreya Star di 8’ê tebaxê de li dijî gef û êrîşên dewleta tirk ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hemleya bi dirûşma “Ax û rûmeta xwe biparêze, DAIŞ û dagirkeriyê têk bibe”dest pê kir. Di çarçoveya hemleyê de îro Mecilsa Edaletê ya Jinê li navenda dadgeha gel daxuyanî dan çapemeniyê.

Daxuyanî ji aliyê endama Meclisa Edaletê Evîn Mele Elî ve hat xwendin.

Daxuyanî wiha ye:

“Em gef û dijminahiya Erdogan a li ser herêmên me ku armanca wî piştgiriyê bide hêzên terorîst û pirsgirêkan di nava pêkhateyên herêmê de derxîne, şermezar dikin. Dewleta tirk a ku dijminahiya gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dike wekheviya gelan esas digire. Vê civakê zêdetirî deh hezar şehîd daye. Hemû cihan dizane ku gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li dijî DAIŞ’ê şer kiriye. Divê gelê cîhanê li hember gefên li ser pêkhateyên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bêdeng nemîne. Divê herêmên ku ji aliyê Tirkiyeyê ve hatine dagirkirin divê wek kirina sûc di zagonan û peymên navdewletî de bên dîtin.

Daxwaza me ji hemû dewletên cîhanê, Neteweyên Yekbûyî û rêxistinên mafên mirovan ew e ku li rex kesên li dijî DAIŞ’ê şer kirine mil bi mil rawestin û li dijî kesên ku alîkariya terorê dikin û şerê demokrasiyê dikin bêdeng nemînin. Em destdirêjiya AKP’ê ya li dijî mafên mirovan û demokrasiyê şermezar dikin. Di dema dawiyê de dest bi binçavkirina serokên şaredariyan kir û şaredariyên Wan, Amed û Mêrdînê dagir kir. Ev kiryar, bertkên wiha şerê li dijî vîna gelan û wekî derbeyeke ramyarî em pênase dikin.

Em bang li civaka navneteweyî û hemû rêxistinên parastina mafên mirovan dikin ku li hember binçavkirin, destdirêjî yên li Tirkiyeyê rabin ser xwe. ”

Back to top button

Warning: Undefined array key "sessionIdVal" in /home/kongrastar/public_html/wp-content/themes/jannah/footer.php on line 27