Arşîv

‘Em ê nehêlin bi lêkirina dîwaran îradeya me tune bihesibînin’

ŞEHBA – Jinên gundê Aqîbê yê navçeya Şêrewa derbarê avakirina sînor a di navbera xaka Şêrewa û Efrînê de bertekên xwe nîşan dan û gotin: “Em ê dîwaran hilweşînin û vegerin Efrînê.”

Piştî êrîşên dewleta tirk ên li ser Kantona Efrînê û koçberkirina gelê li wir, dîwar ji aliyê dewleta tirk ve di navbera Kantona Efrînê û Navçeya Şêrewayê de hat avakirin. Jinên navçeya Şêrewa bertekên xwe li hember avakirina sînor nîşan dan. Jinên Şêrewayê gotin:”Dewleta tirk çi dike bila bike nikare li hember îradeya jina kurd bi ser bikeve. Em ê nehêlin bi lêkirina dîwaran îradeya me tune bihesibînin.”

‘Em wan dîwaran lanet û şermezar dikin’

Bêrîvan Hesen avakirina sînoran şermezar kir û wiha got:”Bila dewleta tirk qet nefikire wê gelê Efrînê bi rêya avakirina dîwaran gel ji welatê wan qut bike. Em wan dîwaran lanet û şermezar dikin. Em ê hemû li axa xwe xwedî derkevin. Em hêza xwe ji dîroka xwe û ji xwîna şehîdan digirin û zarokên me wê bi destên xwe van dîwaran hilweşînin û vegerin cih û warên xwe.”

‘Ji bo qutkirina gel ji axa wan çi ji destên dewleta tirk tê dike’

Jina ciwan a bi navê Ceylan Osman jî hestên xwe li hember avakirina dîwaran anî ziman û wiha got: “Dewleta tirk bû nêzî 4 mehan sînoran di navbera me û Efrînê de ava dike. Ji bo qutkirina gel ji axa wan çi ji destên dewleta tirk tê dike. Banga me ji dewletên navneteweyî re heye ku bertekên berbiçav bidin nîşandan. Em ê heta dawiyê berxwedana xwe bidomînin û dewleta tirk çi dike bila bike, nikare îradeya gelê azadîxwaz bişkîne.”

‘Li ber çavên cîhanê axa me tê dagirkirin’

Her wiha Rûşîn Ibrahîm a ji Şêrewa dîwarên şermê şermezar kir û got: “Efrîn axa me ye. Ne mafê Tirkiyeyê ku axa me parçe bike. Li ber çavên dewletên navneteweyî axa me tê parçekirin. Ev yek nayê qebûlkirin. Em lêkirina dîwaran a li ser axa xwe qebûl nakin û şermezar dikin.”

Back to top button