Arşîv

Malbatên şehîdan: Em ê bi yek destî li dijî dagirkeriyê bisekin

Pêngava “Xak û rumeta xwe biparêze, dagikerî û DAIŞ‘ê têk bibe” ya ji aliyê Kongreya Star ve hatiye organîzekirin didome. Di çarçoveya pêngavê de malbatên şehîdan ên kantona Kobanê meşek li dar xist.

Meş ji rêya Helebê ya başûrê Kobanê ber bi goristana Şehîdan Dicle ve dest pê kir.

Tevlî dayik û hevjînên şehîdan, endamên saziyên sivîl, Kongreya Star û nûnerên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk beşdarî meşê bûn.

Meşvanan wêneyên şehîdan, alên Meclisa Malbatên Şehîdan hilda bûn û dirûşmên şermezarkirina dagirkeriya Tirk berz dikirin.

Meş li goristana Şehîd Dicle rawestiya û veguherî. Piştî deqeyeke rêzgirtin a bîranîna şehîdên têkoşîna azadiyê hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan a Navçeya Sirîn Emel Mustefa gefên Tirkiyê yên bi armanca dagirkirina herêmê şermezar kirin.

Emel anî ziman ku ew nahêlin Osmaniya nû li ser xaka ku bi xwîna şehîdan hatiye avadan, ava bike û got: “Em ê bi yek destî li hemberî dagirkeriyê bisekinin. Ti kes nikara têkiyên pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji hev bixe.”

Mîtîng bi dirûşmeyan bi dawî bû.

Back to top button

Warning: Undefined array key "sessionIdVal" in /home/kongrastar/public_html/wp-content/themes/jannah/footer.php on line 27