Arşîv

‘Qeyûm, hedefgirtina vîna jinê ye’

KOBANÊ – Hevseroka Şaredariya Gel a Herêma Firatê Rewşen Ebdî li dijî desteserkirina şaredariyên Wan, Amed û Mêrdînê ya ji aliyê îktidara AKP-MHP’ê nerazîbûna xwe anî ziman û got:”Çawa ku Gelê Bakurê Kurdistanê bi îradeya xwe bi ser ketin, wê bi têkoşîn û berxwedana xwe pergala nedemokratîk têk bibin.”

Di 19’ê tebaxê de ji aliyê wezareta karê hundur ve qeyûm tayînî şaredariyên Amed, Wan û Mêrdînê hatin kirin. Gelê Bakurê Kurdistanê li dijî qeyûman bê deng nema û li dijî wê çalakiyên curbicur li dar xist. Hevserokên Şaredariyan di 31’ê Hezîranê de bi rengekî fermî ji aliyê gel ve hatibûn hilbijartin. Têkîldarî vê mijarê Hevseroka Şaredariya Gel a Herêma Firatê Rewşen Ebdî axivî.

‘Qeyûm, hedefgirtina vîna jinê ye’

Rewşenê di destpêka axaftina xwe de wiha got: “Dewleta tirk di 19’ê Tebaxê de êrîşî şaredariyên Amed, Wan û Mêrdînê kir û qeyûm hatin tayînkirin. Hevserokên şaredariyên HDP’e bi vîn û xwesteka gel hatin hilbijartin, lê dewleta tirk ew vîn binpê kir. Di Partiya HDP’ê de hebûn û nasnameya jinê li pêş e, loma di wan şaredariyan de sîstema hevserokatiyê heye, jin û mêr bi rengekî hevbeş xizmeta gelê xwe dikirin, ji ber vê jî em van qeyûman weke hedefgirtina vîna jinê dinirxînin.”

‘Gelê kurd her dem li dijî êrîşan sekiniye û ev ê bidome’

Rewşenê di dewama axaftina xwe de bal kişand ser rewşa Tirkiyeyê û wiha dom kir: “AKP ber bi hilweşandinê ve diherike, loma êdî nizane ku wê kîjan rêbazî bi kar bîne. Niha Erdogan desthilatdariya xwe li ser gel ferz kiriye. AKP’ê di hilbijartinên 31’ê Hezîranê de xwe weke qaşo partiyeke demokratîk û hemû pêkhateyan diparêze nîşan da. Lê piştî hilbjartinana siyaseta xwe ya qirker, kevin, desthilatdar û faşîst bi kar anî. Lê dîsa jî ev rêbaz ji bo dewleta tirk nebû çareserî ku qeyranên xwe yên aborî, siyasî, civakî û dîplomasîyê veşêre. Niha jî dewleta tirk bi desteserkirina şaredariyên Amed, Wan, Mêrdîn û gefên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê dixwaze hêza xwe kom bike. Gelê kurd her dem li dijî êrîşan sekiniye û ev ê bidome.”

‘Kurd her dem ji bo xwedîderketina îradeya xwe li ser piyan e’

Rewşenê diyar kir ku tifaqa AKP-MHP’ê demokrasiyê binpê dike û wiha pê de çû: “Dewleta tirk ev demeke şaredariyên Amed, Wan û Mêrdînê kirine rojeva xwe. Erdogan daxuyaniyan dide û dibêje, ‘Ez bi deng û îradeya gelê xwe hatime hilbijartin’. Lê ji bo serketina HDP’ê helwesta Erdogan hat guhertin. Erdogan guhertin û veguhertina pergala Tirkiyeyê ji xwe re rewa dibîne. Maf, vîn û dengê gelê herêmê binpê dike. Ew behsa hilbijartina bi dengê gel dike, lê hevserokên ku ji aliyê gel ve hatine hilbijartin li gor dilê xwe diguherîne da ku şaredariyan jî bixe bin xizmeta xwe. Loma hilbijartinên Stenbolê dubare kirin, ew jî pilanek bû ku desthilatdariya xwe berfirehtir bike, lê belê ew bin ket. Kurd her dem ji bo xwedîderketina îradeya xwe li ser piyan e. Ev têkoşîn divê her dem bidome.”

‘Wê dawî li pergala nedemokratîk were’

Rewşenê di dawiya axaftina xwe de çalakiya gelê Bakurê Kurdistanê silav kir û wiha got: “Gelê kurd di dîroka xwe de bê mafî û edaletî qebûl nekiriye û wê neke jî. Serhildanên gelê Bakurê Kurdistanê yên li dijî desthilatdariya dewleta tirk vê yekê dide xuyakirin. Loma em weke gelê Herêma Firatê, berxwedana Bakurê Kurdistanê silav dikin û piştgiriyê didinê. Çawa ku îradeya gel di hilbijartinan de bi ser ketin, wê berxwedan û têkoşîna gel dîsa bi ser bikeve. Wê dawî li pergala nedemokratîk were.”

Back to top button

Warning: Undefined array key "sessionIdVal" in /home/kongrastar/public_html/wp-content/themes/jannah/footer.php on line 27