Arşîv

Jinên Qamişloyê: Em dixwazin aştiyêk mayinde pêk were

QAMIŞLO – Bi boneya 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê jinên Qamişloyê roja aşîtiya cîhanê li tevahî gelên aşîtîxwaz pîroz kirin û nêrînên xwe anîn ziman û gotin: “Jinên kurd ji bo avakirina aşîtiyeke mayinde di nava têkoşînê de ne. Em ji bo welatê xwe jî aşîtiyê dixwazin. Heger li welatekî şer hebe divê hemû cîhan ji bo aştî pêk were li berxwe bide. Em dixwazin aştiyêk mayinde pêk were.”

1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê ye. Ev roj li hemû welatê dinyayê xwedî watedariyeke mezin û cuda ye. Piştî dawîbûna şerê cîhanê roja 1’ê Îlonê wekî rojeke pîroz hat destenîşan kirin, da ku bibe roja bidawîbûna qirkirina mirovan. Têkildarî mijarê jinên Qamişloyê bi boneya hatina vê rojê nêrîn û girêdanên xwe bi roja aşîtiyê re vegotin.

‘Jin avakerên aştiyê ne’

Rêvebera Kongreya Star a Kantona Qamişloyê Minawir Xalid 1’ê Îlonê bi dilgeşiyeke mezin pîroz kir û da zanîn ku jin aşîtiyê ava dikin û jê re dibin pêşeng û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Di nava hîmên dîrokê de her mirovek baş dizane ku dayik afrîner in. Helbet mirov dikare bêjê ku afirandina aştiyê jî ji destekeftiyên jinan e. Di nava civakan de yên ku pêşengtiya aşîtiyê dikirin jin bûn. Cihên şaş sererast dikirin. Bi hevgirtin û hezkirin civak bi rê ve dibirin, ji ber jinê tim bi hestên xwe yên nazik tev digeriyan û felsefeya zilim û tundiyê di ferhenga wan de tune ye. Em dikarin bêjin jin avakerên aşîtiyê ne.”

‘Armanca sîstemên desthilatdar qutbûna jinê ya ji aşîtiyê ye’

Minawir di dewamiya axaftina xwe de balê dikşînê ser nêzîkatiyên şaş ên sîstemên desthilatdar ku li hember jinan dihatin meşandin da ku jin ji aşîtiyê were dûrxistin û wiha domand: “Di civakan de gelek caran pirsgirêkên heyî jinan çareser dikirin. Ji bo aşîtiyeke mayinde di nava liv û tevgerê de bûn. Lê mixabin sîstemên desthilatdar ên ku nedixwestin jin bibin terefê aşîtiyê tenê armanca wan qutkirina jinê ya ji aşîtiyê bû. Tim zext li ser jinan didan meşandin û îradeya wan fetisî dihiştin. Jin xwedî zanebûneke xurt in û di ferqa vê yekê de ne, ji bo wê jî tim destê xwe dirêjî aşîtiyê dikin û li beramberî sîstemên zoriyê têkoşînê didin meşandin.”

‘Heger aşîtiyeke cîhanî çêbibê wê dîsa bi destê jinan pêk were’

Minawir di nava axaftinên xwe de qala watedariya aşîtiyê dike ku çawa aştiya mayinde tê avakirin û wiha dibêjê: “Îro gelek mirov ji watederiya aştiyê dûr mane. Rojane êrîş û qetilkirin li ser mirovan tê meşandin. Di vê navberê de em çiqas dikarin aştiyê bi rengê wê yê rast bidin nasîn. Girîngiya aştiyê di şexsê mirovan de tê avakirin, yanî em dikarin bêjin eger mirov fêrî rastiya jiyana azad bibe wê çaxê ji bo mirovên din jî dikare aşîtiyê pêşkêş bike. Mêr her xwe ji bo şeran amade dibînin da ku civakên aram û aştiyana neyên avakirin. Berovajî vê eger qala jinê bikin em dibînin tim yên ku li peyi aşîtiyê ne jin in. Loma ger aştiyeke cîhanî çêbibê jî wê dîsa bi destê jinan pêk were.”

‘Xwedîderketina li vîna jinan aştiya herî guncav e’

Minawir destnîşan kir ku şoreşa jinên Rojavayê Kurdistanê ku şoreşa aşîtiyê ye û xwedîderketina herî guncav e lê li aştiyê vekiriye û wiha pê de çû: “Bi hatina Şoreşa Rojavayê Kurdistanê aştiyeke di nava civaka me de hat çêkirin. Encamên wê jî ber bi çav bûn. Rêxistinkirina jinê û xwedîderketina li vîna wê aştiya herî guncav bû. Em ne ji bo jinên netewek vê yekê dibêjin, şoreşa jinê aştî ji bo tevahî jinan bi xwe re anî û bû modela ku jinên cîhanê jî jê sûd werbigirin.”

‘Aştî di cîhanê de bê deng û lawaz maye’

Minawir da zanîn ku tevî ku îro dewletên cîhanê banga aştiyê dikin û dibêjin em parêzvanên mirova ne dîsa jî rastiya vê yekê tune ye, aştî li ser pelên hevpeymanên wan lawaz maye û wiha dewam kir: “Di zagonên cîhanî de navê aştiyê quncigek wê ya taybet heye, bi navê qalind hatiye nivîsandin û di pêkanînê de lawaz maye. Dema cîhan qala aştiyê dike bila îro şerên ku li ser mirovan tê kirin bide seknandin destdirêjiya li ser hebûna gelan bide rawestandin. Lê em hemû rastiya wan nas dikin tenê ji bo berjewendiyên xwe tev digerin û di bin navê aştiyê de xeyalên mirovan binpê dikin. Mînakên wê jî tiştên ku îro dewleta tirk di herêmên me yên aram de dike û cîhan jî li beramberî wê bê deng dimîne.”

‘Em dixwazin aştiyêk mayinde pêk were’

Minawir wiha dawî li axaftina xwe anî: “Îro di tevahî Rojihilata Navîn de şerên dijwar diqewimin. Qirkirina mirovan bi her awayî tê kirin.
Edaleta di cîhanê de winda ye, nirxên mirovan tên binbêkirin û cîhan qala aşîtiyê dike. Kiryarên ku dewleta tirk li Efrînê dike ne aştî ye, destdirêjiya dewletên navnetewî jî li ser vîna gelan di hemû welatan de aştiyê bi xwe re napejirîne. Ji ber îro şer li ber derê me ye û li pêşiya çavên mirovahiyê ye. Eger li welatekî şer hebe aştî di cîhanê de tune ye.”

‘Ji bo civakek azad û aram xwedîderketina destkeftiyên jinê gelekî girîng e’

Rêvebera Mala Jinê ya Taxa Xerbî ya li Kantona Qamişloyê Behiya Mûrad destnîşan kir ku li ser destkeftiyên şoreşa jinên Rojavayê Kurdistanê bingeha azadî û aştiyê hatiye lêkirin û wiha got:”Di welatê me de îro şoreşek heye. Her roj ji bo aştiyê em ked û xebatê û bedelên giranbuha didin, da ku em aştiya hemû gelan bi dest bixin û nehêlin rastî zilim û zoriyê werin. Jinên şoreşê hemû rojên wan rojên aştiyê ne. Ji ber em dildarên doza welatê xwe ne û aşiqê aşîtiyê ne. Jin her di nava têkoşîna avakirina aştiyê de ye. Divê hemû cîhan deng bide jinê û xwedî li têkoşîna jinê derkeve. Ji bo civakek azad û aram xwedîderketina destkeftiyên jinê gelekî girîng e.”

Back to top button