Arşîv

‘Rihê rizgarkirina welat ji bo me bingeha jiyanê ye’

ŞEHBA – Cara yekem Meclîsa Malbetên Şehîdan perwerdeyek girtî ya bîrdozî ji hevjînên şehîdan re li Kantona Şehbayê bi navê Şehîd Xwînda Welat dest pê kir.

Yekem car Meclîsa Malbetên Şehîdan perwerdeyek birdozî ji hevjînên şehîdan re li akademiya şehîd Semîra dewreya bi navê şehîd Xwînda Welat di dîroka 17’Tebaxê da destpêkirin. Nêzî 15 rojan berdewam kir û bi şahiyekê bi dawî bû. 30 jin tevlî perwerdeya birdozî bûn. Di perwerdeyê de waneyên weke; Civaka Xwezayî, Dîroka Kurdistanê, Dîroka Jin û Jineolojî, Çand û Exlaq, Şerê taybet û Netewa Demokratîk hat dayîn.

Di şahiyê de Meclîsa Malbatên Şehîdan, Meclîsa Kantona Efrînê, Rêveberiya Xweseriya Demokratîk û Kongreya Star amade bûn. Her wiha jinên ku perwerde dîtin hunera xwe ya çanda foklor, stranên gelîrî û şano pêşkêş kirin. Şahî bi deqeyek rêzgirtin ji bo pakrewanên azadiyê dest pê kir. Li ser navê Endama Koordînasyona Kongreya Star a Efrînê Zelal Xebat û li ser navê hevjîna şêhîdan Medya Muhemed axivîn û gotin: “Em vê dewrê li Rêber Apo pîroz dikin. Em soz didin ku em ê xeta azadiyê û berxwedanê her dem bişopînin.”

Her wiha jinên ku tevlî perwerdeyê bûn nêrînên xwe parve kirin.

‘Rihê rizgarkirina welat ji bo me bingeha jiyanê ye’

Hevjîna Şehîd Rifet, Şervîn Rifet armanca wan ji vekirina perwerdeyê re anî ziman û got: “Weke hevjînên şehîdan em ê her dem pê şopa pakrewanan bin. Di perwerdeyê de rihê rizgarkirina welat ji bo me bingeha jiyanê ye. Îro ji her aliyê ve êrîşek li ser me heye. Em jî ji bêdengiya dewletan re dibêjin bes e, êdî êrîşên xwe li ser Gelê Kurd bi dawî bikin. Armanca me em xwe li ser fikra Netewa Demokratîk û azadiyê xwe perwerde bikin. Em ê tim xwedî li serkeftinên ku me bi dest xistiye derkevin.”

‘Perwerde cihê zanebûnê ye’

Sebah Muhemed Dilo li ser perwerdeyê û têkiliyên hevalbendî axivî û wiha domand: “Em nêzî 30 jin bi rihekî komînal bi hev re dijîn. Rojane me werzişa xwe dikir û piştre dest bi waneyan dikir. Hemû jin bi hev re dibûn alîkar û pirsgirêkên xwe çareser dikirin. Perwerde cihê pêşketinê ye, em bêhtir di perwerdeyê de zane dibin. Tiştên ku em ji perwerdeyê fêr bûne em ê bi civakê re parve bikin ji bo civakê bi tevahî pêş bixin.”

‘Perwerde bingeha civakek azad û demokratîk e’

Nesrîn Cimo bal kişand ser civaka azad û demokratîk û wiha pê de çû: “Di perwerdeyê de herî zêde fikra netewa demokratîk bala min kişand. Me gelek zehmetî dît û jiya lê dîsa di rewşek wiha de em perwerdeyên xwe dibînin û dev ji berxwedanê bernadin. Em ê her dem şopdara xeta azadiyê bin. Perwerde bingeha civaka azad û demokratîk e.”

Piştî şahiyê ji aliyê Meclîsa Malbatên Şehîdan ve xelat hatin belavkirin.

Back to top button