Arşîv

Meclîsa Edaletê ya Helebê êrîşên dewleta tirk bi daxuyeniyekê şermezar kir

HELEB – Di çarçoveya rêzeçalakiyên hemleya Kongreya Star a li dijî gef û êrîşên dewleta tirk ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de Meclîsa Edaletê ya Jinê li bajarê Helebê bi daxuyeniyekê êrîş şermezar kir.

Rêxistina Kongreya Star li dijî gef û êrîşên dewleta tirk ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hemleya bi dirûşmeya “Ax û rûmeta xwe biparêze, DAIŞ’ê û dagirkeriyê têk bibe” dabû destpêkirin. Di çerçoveya hemleya Kongreya Star de Meclîsa Edaletê ya Jinê li pêşiya navenda Edaletê civakê ya taxa Şêx Meqsûd a girêdayî bajarê Helebê daxuyaniyek da. Daxuyanî ji aliyê Endama Meclîsa Edaletê ya Helebê Perîşan Reşîd ve hat xwendin.

Perîşanê li ser navê Edaleta Civakî ya Taxa Şêx Meqsûd û Eşrefiyê êrîşên dewleta tirk şermezar kir û wiha got: “Li ser navê edalata civakî ya taxa Şêx Meqsûd û Eşrefiyê ya bajarê Helebê em êrîşa dewleta tirk ên li ser Bakurê Kurdistanê û Rojhilatê Sûriyeyê şermezar dikin. Dewleta tirk gefên xwe li ser heremê me berdewam dike dixwaze bi van gefan îredaya me lawaz bike, lê gel li hember van êrîşan bertekên xwe didin nîşandan. Her wiha armanca dewleta tirk projeya netewa demokratîk binpê bike, êrîşa ku dewleta tirk dixweze pêk bîne li ser Gelê Kurd, ji ser erdê rake û qir bike. Lê bi vîna gelê kurd û îredaya jinê her berxwedan dê bidome Dîrokeke Gelê Kurd a berxwedanê û serkeftinê heye, bi hêza jina azad DAIŞ têk çû. Her wiha bi vî rengî em ê dagirkeriyê jî têk bibin. Em li ser axa ku bi xwîna pakrewanên me hatiye avdan em ê têbikoşin. Em ê gefên dewleta tirk vala derbixînin.”

Perişanê bal kişand ser êrîşên ser Bakurê Kurdistanê û wiha pêde çû: “Em piştigiriya gelê xwe yê li Bakurê Kurdistanê dikin, li hember van dagirkeran em ê li ber xwe bidin heta ku azadiya welatê me mîsoger dibe.”

Daxuyanî bi dirûşma”Bijî berxwedana Bakurê Kurdistanê”, “Bijî Serok Apo” û “Jin jiyan azadî” bi dawî bû.

Back to top button

Warning: Undefined array key "sessionIdVal" in /home/kongrastar/public_html/wp-content/themes/jannah/footer.php on line 27