Arşîv

Komxebata jinên êlên Ereb bi dawî bû

Di çarçoveya pêngava “Em bûn yek, bi ser ketin em ê li ber xwe bidin ji bo biparêzin” de ku ji aliyê rêveberiyên jinan li herêmên Reqa, Tebqa, Dêrazor û Minbicê ve ji bo şermezarkirina gefên dewleta Tirk komxebata yekem a jinên êlên Ereb li Keleha Caber a bajarê Tebqayê li darket.

Encamnameya komxebatê ji aliyê Hevseroka Meclisa Sivîl a Dêrazorê Leyla El-Hesen ve hate xwendin.

Leyla got ” Jinên êlên Ereb ên herêmên Reqa, Tebqa, Dêrazor û Minbicê yên rizgarkirî bi însyatîfa rêveberiyên jinan ên van herêmêna yekemîn komxebat li ser asta Sûriyê û cîhanê li dar xist. Komxebat bi armanca bale bikşîne ser rola jinên di qebîle û eşîran de bi pêvajoya bê de û banga yekrêziyê li hemberî gefên Tirkiyê yên dagirkirinê herêmê ku beşek ji xaka Sûriyê dagirkiriye pêk hat. Di vê çarçoveyê de zêdeyî 1000 jin ji herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kom bûn.

Jinan bi navê eşîran teqezî li ser girîngiya yekitiya xaka Sûriyê û redkirina destwerdana derve û hemû cûreyên dagirkeriyê kirin. Her wiha bal kişandin ser rola jin di aştî, lihevanîna civakî û berxwedana wan a li dijî çeteyan û hemû gefên ku ewlehiya herêmê û vîna gelan û jinê dikin hedef.

Li ser vî esasê bangewaziyên me ev in:

-Divê civaka navdewletî ji bêdengjiya xwe ya li hember binpêkirinên dewleta Tirk li herêmên dagirkirî mîna Cerablus, Ezaz, Bab û Efrînê derkeve.

-Bi awayekî fermî bi hêza ku li Bakur û Rojhilatê Sûiyê yên di bin sîwana Rêveberiya Xweser de ava bûye were îtîrafkirin.

-Îtîraf bi Hêzên Sûriye Demokratîk wek hêzek parêzvan ji herêmê re were kirin.

– Dadgehek navdewletî ji bo darizandina endamên rêxistina terorîst DAIŞ`ê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji ber sûcên ku der heqê jinê bi taybet were avakirine.

-Bang rêxistinên jinan were kirin da ku piştgiriya jinan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bikin û sûd ji tecrubeya wan bigirin.

-Bang li hêzên demokratîk ên cîhanê were kirin da ku piştgiriya doza gelan bikin û helwesta xwe li dijî zihniyata destwerdana Tirkiyê nîşan bidin.

– Teqezî li ser rola jinan di çareseriya siyasî û xêzkirina pêşeroja Sûriyê de were kirin.

Keda herî mezin a rizgarkirina herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ya jinan, jin dê berxwedana xwe dewam bikin heta rizgarkirina tevahiya herêmên Sûriyê.”

Back to top button