Arşîv

Komxebata jinan bi axaftinan berdewam e

Di nav rêzeçalakiyên ku Rêveberiyên jinan ên herêmên Reqa, Tebqa, Dêrazor û Minbicê bi dirûşmeya `Bibin yek biserkevin em ê li berxwe bidin da ku xwe biparêzin` daye destpêkirin, komxebata yekemîn a rûspiyên êlên Ereb li Keleha Ceber a dîrokî li herêma Tebqayê li dar ket.

Bi sedan jinên ku ji herêmên mîna Reqa, Tebqa, Dêrazor û Minbicê hatine tevlî komxebatê bûn. Di komxebatê de gelek axaftin hatin kirin.

Bi navê jinên Turkman endama Meclisa Jin Henaa Derde axivî û bi xêrhatina beşdaran kir. Henaa li darketina komxebatê li beşdaran pîroz kir û got: “Em beşek ji vî welatê ku bi pêkhateyên xwe ve rengîn e, ne. Em zemînek ji hevkarî, hevgirtin û jiyana hevpar ava dikin . Bi rêya girêdana xwe bi welatê xwe me ji cîhanê re isbat kir ku em hewl didin welatek azad û demokratîk li ser rêgaza edalet û wekheviyê ava dikin. Em amade ne li hember her timakerekî ku hewl dide mafên me binpê bike û axa me ya ku bi xwîna şehîdan hatiye rizgarkirin, xirab bike bisekinin. Wek jinên êlên Turkman ji bo avakirina civaka xwe ya demokratîk, pirrengî û ne navendî em li rex hevalên xwe ne. Em tevahiya gefên Tirkiyê li dijî herêmên me red dikin.”

Bi navê jinên Çerkes ên Minbicê Zehîde Ishaq axivî û got: “Piştî salan ji azaran ji hindek aliyên tarî mîna DAIŞ`ê herêmên me ewle ne. Tevî ku jinê ya herî zêde azar kişandiye lê piştî rizgarkirinê xwe isbat kir. Kombûna me asta hevgirtin, hezkirina me û serkeftina şoreşa jinê isbat dike. Di vê pêvajoyê de berxwedan û hevgirtina li hember dijminên vîna jina azad û gelan pêwîst dike.”

Bi navê jinên Kurd ên Minbicê Hele Hesen axivî û got: “Bi rêya komxebatê em ji tevahiya cîhanê re hevgirtina jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li dijî gefên Tirkiyê û sekinandina li hember hewldanên Erdogan ji bo ku herêmê kontrol bike isbat dikin. Erdogan bi îdiayên xwe girêdayî herêma “ewle” dixwaze herêmên me dagir bike.”

Her wiha komxebat bi axaftin û nîqaşan berdewam e.

Back to top button