Arşîv

Komxebata jinên êlên Ereb didome

Cara yekem û di çarçoveya pêngava ku ji aliyê Rêveberiya Jinan li herêmên Reqa, Tebqa, Dêrazor û Minbicê û bi dirûşma “Em bûn yek, bi ser ketin em ê li ber xwe bidin ji bo biparêzin” û ji bo şermezarkirina gefên dewleta Tirk komxebata yekem a jinên êlên Ereb, dest pê kir.

Bi dehan jinên êlan, nûnerên eşîran, endamên rêveberiyên jinan, komîteyên sivîl, leşkerî, partiyên siyasî li herêmên navborî û şandeyên ji herêmên cuda yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê tev li komxebatê bûn.

Komxebat bi armanca nîqaşkirina geşedanên girîng ên girêdayî gefên dewleta Tirk a dagirker li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûsriyê û aktîfkirina rola jinên êlên Ereb di aliyê siyasî û civakî de, her wiha sekna li hember gefan û yekrêziyê, tê lidarxistin.

Li cihê komxebatê pankartên bi nivîsa”Em bûn yek, bi ser ketin, em ê li ber xwe bidin ji bo biparêzin”, “Bi boneya Roja Aştiyê ya Cîhanê jin asta têkoşîna xwe li dijî şer bilind dikin” hatin daliqandin.

Di komxebatê de ji rêveberên Rêveberiya Jinan li bajarê Reqayê Meryem Îbrahîm axivî û îşaret bi serkeftinên QSD`ê/YPJ û YPG`ê li dijî çeteyên DAIŞ`ê û zehmetiyên ku jinan di nava çend salên derbasbûyî de kişandin, kir.

Meryem diyar kir ku lidarxistina komxebatê bûyereke dîrokî di dîroka jinên Ereb de ye û wiha pê de çû:”Ev bûyera dîrokî ya yekem di jiyana jinên Firatê de ji tevahî cîhanê û bi taybet ji Rojhilata Navîn re tekez dike ku jin ber bi rizgariya demokratîk ve çûne û di nava civakê de bûne mînak.”

Di dawiyê de Meryem Îbrahîm got îro li hev kombûne da ku bi yek dengî bêjin “na ji dagirkirina Tirkiyê re, na ji hikumeta Osmanî ya faşîst re û bijî yekitiya xaka Sûriyê”.

Komxebat didome.

Back to top button

Warning: Undefined array key "sessionIdVal" in /home/kongrastar/public_html/wp-content/themes/jannah/footer.php on line 27