Arşîv

Kongreya Star hêviya aramî û aştiyê ji tevahî cîhanê re kir

Kongreya Star a navçeya Til Hemîsê bi boneya 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê ji raya giştî re daxuyaniyek da.

Endamên Kongreya Star, endamên saziyên civaka sivîl li navenda navçeyê kom bûn û pankartên bi nivîsa “Xak û rûmeta xwe biparêzin û dagirkeriyê û DAIŞ`ê têk bibin” hildan. Daxuyanî ji aliyê rêvebera Kongreya Star Coza El-Hasûd ve hat xwendin.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku şer, rûxandin, koçberkirin û binpêkirin zêde bûne. Kongreya Star di daxuyaniya xwe de hêviya aştî û aramiyê ji bajarê Efrînê re xwest.

Kongreya Star di dawiyê de hêvî kir ku aramî û aştiyê di navbera hemû gelên cîhanê de û li bajarê Efrînê pêk were û serokê neteweya demokratîk Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan azad bibe.

Back to top button