Arşîv

Di Roja Aştiyê de banga bidawîkirina dagirkeriyê kirin

Ji bo piştgiriya hemleya Kongreya Star ya bi dirûşmeya `Rûmet û axa xwe biparêze DAIŞ û dagirkerî tune bike` û bi boneya Roja Aştiyê ya Cîhanê bi sedan şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiye meşiyan. Meş ji ber hola civînan a ku dikeve beşa rojavayê taxa Şêxmeqsûd destpê kir û li ber çarxerêya Rêber Ocalan bi dawî bû.

Şêniyan pankartên bi nivîsên bi her du zimanên Erebî û Kurdî `Em aştîxwaz in` û wênyên Ocalan tevî alên saziyên sivîlan hildan.

Meş li ber çarxerêya Rêber Ocalan rawestî û veguherî mitîngê. Mitîng bi deqeyek rêzgirtin destpê kir. Piştre bi navên Kongreya Star Velentîna Ebdo, Buroya Jin a Partiya Pêşerojê ya Sûriyê Fewziye Ebdulhenan, Komîteya Lihevanînê ya taxa Şêxmeqsûd Sultane Mihemed axivîn. Axaftvanan Roja Aştiyê ya Cîhanê li gelê Sûriyê û tevahiya gelên aştîxwaz pîroz kirin û tekez kirin ku aştî bê edalet û bidawîkirina dagirkirina Tirkiyê ji axa Sûriyê re ne pêkane.

Her wiha destnîşan kirin ku yên xwedî israr û vîn dikarin bighêjin aştiyê. Axaftvanan bang li tevahiya rêxistin û hêzên navdewletî kirin ku çareseriyek aştiyan e dûrî nakokiyên çekdarî peyda bikin da ku aştî li tevahiya Rojhilata Navîn û cîhanê belav bibe.

Mîrîng bi berzkirina dirûşmeyên silavkirina têkoşîna Rêber Ocalan û dirûşmeya `Aştî bê serok ne pêkane` bi dawî bû.

Back to top button